Li cem Feylesofên pêşîn Azadiya ramanî û Xweşdîtina ramanên cihê

Li cem Feylesofên pêşîn Azadiya ramanî û Xweşdîtina ramanên cihê

Ali Gurdilî

Feylesofên pêşîn di heman demê de, bi du awayan xwe ji awira rabirdûyê cihê kirine. Di desta yekem de beyî ku serî li dîn, wehî, desthilatî yan kevneşopiyê bidin, bi riya aqilê xwe xwestine ku dinyayê fam bikin.

Ev yek, bi serê xwe tenê rûdaneke nû bû û ji bo pêşveçûna mirovî jî, gaveke gelekî girîng bû.

Feylesofên pêşîn bi vê yekê, rê û rêbazên fikirîna aqlî jî fêrî mirovan kirine. Herweha, ew ne li bendê bûn ku şagirtên wan jî herdem fikrên wan biperjirînin û wekî wan bifikirin.

Rêzê, ji fikrên cihêreng (cuda) re girtine û vê yekê fêrî şagirdên xwe jî kirine.

Çimku, ew mamosteyên pêşîn bûn û nedixwestin ku ramanan wisa hazir û di nava qalibên naguhêr de, vebiguhezînin şagirdên xwe.

Mamosteyên pêşîn, dixwestin ku şagirdên wan jî fikrên xwe bi serbestî bînin zimên, li dijî fikrên ku napejirînin rabin û bikevin guftegoyan.

Herdu pêşveçûnên ku di jiyana zêhna mirovî de hatin dîtin, bêguman girêdayî hev in û xwediyê wesfên şoreşgerî ne. Sebebê rûdana wan ya di heman demê de, ev yek e.

Herdu pêşveçûnên ku wê demê hatine dîtin, bingeha tiştê ku em îro jê re dibêjin ”fikirîna zêhnî” pêk tînin. Dema ku derketine holê, di zêhn û zanyariya mirovî de bûne sebebê pêşveçûneke gelekî mezin û nedîtî.

Çavkanî: Kurdish Philosophy

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev