Pirsa we û bersiva me – 234

Pirsa we û bersiva me – 234

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 39

1.

Rojek Kurdekî Qonyayê û Kurdekî Şamê li cîyek rastê hev tên. Rûdinin û qasek dipeyivin. Kurdê Qonyayê ji Kurdê Şamê dipirse: 

– Qardaş, tu çi îş dikî? 

– Kurdê Şamê weha bersiv dide: 

-Wella, exî, ez nuha atil im. Min sanewî xilas kir û bakalorya qedimand. Ez ketim fehsa camîê, ela esas ez bibim tebîbul´esnan. Lê ez di fehsê de nenecihîm. Min nîyet kir ku ez herim eskerîyê, lê ela esas ku ez wehîd fîl´usre bûm, ceyş jî ez nesecilandim. Min behs ji emel kir, emel jî tunebû. Ez weha atil mam, ji vê meqhayê diçim wê meqhayê. 

Kurdê Qonyayê hêrs dibe û diqîre: 

– Qardêşim, bi min ra bi Erebî qonişmîş mebe, bi Kurdî qonişmîş bibe, bi Kurdî! Tu bi Erebî qonişmîş dibî, ez ji Erebîya te tiştek anlamîş nakim! Yazik yazik, dêmek Ereban Kurdên Surîyê toptan di îçê xwe da erîtmîş kirine! Ereb utanmadan dibêjin ”em dewrimcî ne!” Dêmek dewrimcîtîya wan jî boş laf e, qatiksiz irqçî ne! 

Jêderk: Kemal paşa weledê kê ye?/M.Emîn Bozarslan 

 

2.

Li Tirkîye û Kurdistanê rojên şemî û yekşema derketina derve ji ber pandemîya Covid 19 qedexe bûye. Şerîfo di mal de pir aciz bû. Nizanîbû bê bi çi awayî derkeve derve da bêhna xwe fireh bike. Bi yekcarê tê bîra wî ku destûr heyeji bo nan kirînê, mirov dikare here firnê nan bikire. Şerîfo rahişte nanekî hişk û êxiste kîsek naylon de û derkete derve. Dema zabitan ew rawestandin û jê pirsîn bê çima derketîye derve, Şerîfo kîsikê nan rayî wan da û got; min nan kirî û ez dê herim malê. Zabitan; de here malê. Şerîfo li derve têra xwe gerîya heta bêhna xwe fireh kir û dema vegerîya malê, nanê ku di destê wî de bû avêt ber dîwar û bi xêra nanê hişk yê destê xwe de bêyî ceza bixwe vegerîya mala xwe. 

 

3.

HINDIRWÊ DERPÊ PAQIJE, LÊ NAVBERA DERPÊ Û ŞAL TILEK PÎSÎ YE  

Mirovek ji bo bikeve ezmûna karbidestîya dewletê, ji Kurdistanê sûwar dibe berê xwe dide paytexta Tirkîye – Ankarayê. Dema digihe bajarê Ankarayê li nêzîkê cihê ezmûnê diçe otêlekê. Wext derengê şevê ye. Yê Kurd berê xwe da resepsîyona otêlê û silav da kesê ku di resepsîyonê de kar dike û jê pirsî: 

-Bira odeyeke we ya vala heye gelo? 

Kesê resepsîyonê: na wele, hemû odeyên me dagirtî ne. Mixabin cihê vala îşev tuneye. Kesê Kurd bi xemgînî ji otêlê derket û ji bo cihê razanê li derdorê li otêlekê din gerîya. Mixabin li wê derdorê tu otêl peyda nekir. Carek din berê xwe da otêla ku pêşî çûbûyê ya nêzîkî cihê ezmûna wî bû. Dîsa silav li karbidest kir û jê tika û rica kir ku hema şûna razanê li erdê jî hebe, ew dê bikare li ser batanîyekê razê û heqê xwe yê otêlê bide. Karbidestê otêlê hinekê tema bû û got; Wele mişterîkî me heye, ew pir caran serxweş e û pir caran jî nayê oda xwe. Lê ew îşev hatîye û niha zir serxweş di odeya xwe de razaye. Heger tu bixwaze, batanîyeke bidim te, li odeya wî ji xwe re li erdê rayêxe û razê. Mêrikê Kurd ji bêçareyî pejirand û qebûl kir. Perê xwe dan û karbiderst ew bire odeya yê serxweş û got; ha li vêderê batanîya xwe dêne û razê. Yê Kurd batanîya xwe danî û xwe li ser dirêj kir û kete xewê. 

Piştî bi bîstikekê yê Kurd ji xew şîyar dibe û dibîne ku yê serxweş xire xire wî ye radize. Destava yê Kurd tê. Berê xwe didê hindirê odê de tuwalet tuneye. Heger ew here derve, mifteya derî pê re tune û dibe ku karbidestê otêlê jî raza be. Dike û nake hew xwe digire. Û xwe bi xwe dibêje: 

-Yaho tiştê ku ez dizanim, dibêjin kesên serxweş bê hiş in. Ez çi bikim jî bi xwe nahise. Radibe şalê yê serxweş jê berdide xwarê û di şalê wî de dirî û carek din lê dike. Mêrikê Kurd, sibehê zû radibe ji otêlê derdikeve û diçe ezmûna xwe diqedîne û piştre li otobûsê siwar dibe û berê xwe dide welatê xwe. Piştî bi şeş mihan bersiv jê re tê ku ewî ezmûn bi serkeftî qedandiye û divê ji bo ezmûna devkî ew careke din here bajarê Ankarayê. Ew dibe; bi Xwedê ew karbidestê otêla ku ez lê razabûm qencîyek baş bi min kiribû, divê ez bedêla vê qencîya wî lê vegerênim û ji ber wê yekê dîyarîyek bo wî dikire. Ew li otobûsê siwar dibe û tê Ankarayê. Rasterast diçe otêla ku beriya niha lê mabû. Silav dide karbidest û jê dipirse: 

-Bira, tê bîra te berê bi şeş miha şevekê ez dereng hatibûm vir û wê şevê cîh li otêla we nebû, lê te ez qedandibûm û te di odeya kesekî serxweş de ez razandibûm . Yê karbiderst got; raste. Mêrikê Kurd dîyarîya ku pê re da karbidest û got; bira ji ber wê qencîya ku te bi min kirî, ez gelekî spasîya te dikim. Ev dîyarî bo te ye. Kesê karbidest pir kêfxweş dibe. 

Yê Kurd ji karbidest dipirsê: bira ez pir meraqan dikim, gelo ew kesê serxweş hê li vir dimîne an na? 

Karbidest dibêje: Na wele, roja ku tu ji vir çûyî ewî wê şevê bi xwe de rîtibû, lê li şalê xwe meyzandîye ku tije gû û li derpêk meyzandîye ku ziwa û paqij. Di navbera derpêkê wî û şalê wî de tilek gû hebûye. Ew kes wê rojê hingê fikirî û aqilê xwe winda kir û ji wê rojê de ye heta îro ew kes di nexweşxaneya derûnî, tîmarxaneyê de ye. 

 

4.

Di pêkenokên Mela Nisredîn de behsa Kurdan 

Tirk ji berê de tirek bûn, lê me pê nizanîbû. Va ye, delîla vê yekê. 

Li navê qasidîyê, Xoce dişînin Kurdistanê. Begên Kurdan, ji bo Xoce sifreyek têrtije û dewlemend datînin. Xoce, li gel suxteyê xwe, bi girêdana şaşikeke bi heybet û wergirtina kurkê xwe beşdarî zîyafetê dibe. Xoce, ji ber rêzgirtin rûmetdana began, hinekî bêzar dibe, ditengije. Her çawa dibe, ji vê tengijînê ba ji ber diçe, tirekê dike. Di hengama vegerîna ji zîyafetê, suxteyê wî: 

”Mîrzayê min, gelekî şerm bû” dibêje. Lê Xoce, ”Kurê ehmaq, tira min bi tirkî bû; Kurdên bi tirkî nizanin, wê ji tira bi tirkî çi fêm bikin?!” dibêje. 

(Bnr. Li belgeya Osmanî, r.41) 

Nûbihar: Hijmar: 153 

 

5.

NOFA Û FIRÎKÊN NOKA 

Demsala biharê wextê firîkên noka bûye. Mala Sivûk li gundê Fîlê konê xwe vedabûn. Nofa jineke mala Sivûk bû. Werîsê xwe dibir û dikete nava firîkê noka û piştîyê xwe ji firîkên noka bar dikir. Gundîyên Fîlê hew debar kirin û çûne ba Sivûk da gazind û nerazîbûna xwe dîyar bikira. Gundîya gotine Sivûk, Wele Nofa em talan kirine, herroj piştîkek nok ji nav erdên me diçine û li pişta xwe bar dike. Bê însafe, hema carekê û du caran bûye emê çavê xwe bigirin lê ji xwe re kirîye adet û herroj piştîkek firîkên noka li pişta xwe dike û em talan kirine. Sivûk mezinê malê bû. Û serê xwe berda ber xwe û got;

Nofa jineke pak e, tu werîsekî bavêje her du paqa, ewê dîsa xwe bigihîne wan firîkên noka.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev