Donê Kunciyan

Donê Kunciyan

Muhemed Şerîf Cilînî

Kuncî li Afrîrqiya peyda bûbû, donê Kunciyan li dora (45-60%) ji liba Kunciyê ye. Du celeb ji Kunciyan heye:

Kunciyên gewr: don tê de digihêje (59.61%), teratî (4.34%) û proteîn (22.5%).

Kunciyên qahwerengî: don tê de digihêje (59.61%), teratî (4.67%) û proteîn (18.16%).

Ji ber vê sedemê Kuncî baştir e ji bo amadekirina Hêrdikê (tehîne). Helawiya Hêrdikê û Hevîrokên Șêrîn û Kunciyên qahwereng baştir e ji bo wergirtina don.

Don tê wergirtin bi sarî, bi guveştina Kunciyan di guveştekên taybet de (guveştekên biçûk), piştî bêjingkirina Kunciyan û donê wergirtî ne pêwîste bête Rafînekirin û dibe ji bo xwarinê, eve core tê bi kar anîn di fabrîkên di malan de.

Wergirtina don bi coreyekî pîşesazî bi cih dibe bi germahiyê, li gorî pêngavên berê hatiye salixdan di belavokên berê de, bi guveştinek giran yan guveştinek sivik û şûştin bi Hêkzanê.

Pêwîst e donê xam bête Rafînekirin bi coreyê Kîmyawî, weke ber jî hatiye salixdan, Kisba wergirtî bi guveştina giran  rast diçe ji bo amedekirina hevîrekên şêrîn û coreyên şekiran, lê Kisba wergirtî bi guveştina sivik û Hêkzanê divê bête pak kirin ji Hêkzana tê de mayî, berî biçe ji bo amedekirina hevîrekên şêrîn û coreyên şekiran.

Donê Kunciyan bê bêhn e û bi tameke donî sivik e, reng zerê bi ser sorayê ve ye, dibe ji bo xwarina mirovan ne xasme li Çînê, Hindistanê, welatên başûr rojhilatî Asiyayê û hem jî li Afrîqya.

Ev don tê bikaranîn ji bo amadekirina Rûn û Nivîşkê giyahî, dermanên nexweşiyan û berhemêm xweşikbûna jinan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev