Nameyên evînî – 156

Nameyên evînî – 156

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez niha hîs dikim, ku stressa piştî zewqê jî heye. Yanî, stresseke pir xweş. Te dî, mirov him ji bo xemgînîyê digirî, him jî ji eşqê. Weke ku yek girî ye, a din hêsirbarandin e.

 

¤¤¤

Evîna me weke ku niha bi aqil, sohbetê va girêdayî nîne, heta bedewî û xweşikî jî rolek mezin nalîzin. Ev hemû dikare di destpêkê da rolek bilîze. Êdî riya vegerê jî tune, hatîye girtin. Evîna me êdî wek metastazan di bedena me da belav bûye.

 

¤¤¤

Bi nimûneyekê evîna me bînim ber çavan: Em dûri hev bin jî, cem hev bin jî, em ji hevdu hez dikin. Yanî, em bextewar in. Lê dema cem hev bin, em bi moralî jî, bi fîzîkî jî bextewar in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev