Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – II

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – II

                       Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin, bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa duduyan bixwînin. 

Omitê Mistefê

 

  1. Kurdê heyamên kevnare û çarçoveya mantiqa wî

Kurdgalnamek derbarê jiyan, pergal, çand û zimanê kurdên berê de çendek agehiyan dide ku berî misilmanbûnê jî xwediyê şaristaniyekê bûne: <Di serdema kevn de, di dema desthilatdariya Madê de, wilayetên Tûran, Mekran û Zabilistanê gelek hêşîn, terr û bi bereket bûne, xelkê wan asûde û xweşhal bûne. Li hemû milên vî erdî, mezra, gund û bajar avadan û bi rewneq bûne. Ji bajarên kevn her çend navên wan hatine guhertin, hinek jê hê jî ava ne. Lê piraniya mezra, gund û bajaran bi rewşa serdemê re wêran û kavil bûne, ji nav çûne û niha tenê şûnewarên wan mane û ji wan re “tepe” tê gotin.

                      Sîstema leşkerî û medenî ya kurdên Mekran û Tûranê hevawa bûye. Cihêtiya wan tenê ew bûye ku peywendiya sîstema leşkerî bi bergirîkirina welat ji êrişên dijmin û peywendiya medenî jî bi rêveberiya medenî ve hebûye. Sîstema medenî/sîvîl a kurdan li ser bingehê peywendiya biratiya navbera hozan hatiye avakirin. Hoz ji tîreyan, tîre ji çend berebaban û berebab jî ji çend malbatan an “xelek”an pêk hatiye. Ji hozan re gotine “timin/tumen” an “bulik”, ji tîreyan re gotine “cuk”, ji berebaban re gotine “parîn”. Her parînek jî ji çend “şalwar” an “helekan” pêk hatiye. Di sîstema medenî de, hoz di bin desthilata serekekî mezin de bûne ku bi nasnavê/leqebê “mîrmîran/mîrêmîran” hatine nasîn. Her hoz, tîre, berebab û şalwarek jî xwediyê serekê xwe yê taybet bûye ku kurdan jê re gotiye “mîran”, “sergul”, “kimaş” û “wace”. Her bi vî awayî sîstema medenî ya kurdên beluçî hatiye birêvebirin.

                      Dînê kurdan beriya koçkirina wan a navçeya Madê, gelek tarî û nediyar e. Lê piştî hatina wan a navçeya Madê, li şûnewar û nîşanên wan derdikeve ku Ahûraperest yanî ronahîperest bûne, ji ronahiyê hez kirine û ji tarîtiyê tirsiyane û pê dilteng bûne. Bêjeya ahûra ji “a” û “hûr”ayê pêk hatiye. Hûr tê maneya agir û “a” jî tê maneya “hatî”, yanî “rastiyeke ku ji agir hatibe”. Ev rastî çi ye? “Ronahî” ye. Kurdan agir hêmayê wê rastiyê zanîne. Yanî ronahî pîroz zanîne û perestine. Roj jî -her ji ber vê ku nîşana rastiya ronahiyê ye- pîroz zanîne û perestine. Dema ku kurdên beluçî jî li Tûran û Mekranê bi cih bûn, dînê xwe bi pêş ve birin û dînê pûtperestiyê yê Tûranan jî ku beriya hatina kurdan li van wilayetan belav bû, terk kirin. Adetê dînî yê kurdan gelek sade û hêsan bûye. Di rojekê de sê caran, di wextê rojhilat, rojava û nîvroyê de, agir diperestin. Navê perestgeha wan “Arîn”a ji “ar”ê hatî bûye. Ji pasevanên agirdanga perestgehê re digotin “Arîwan”. Bi giştî di her bajar û gundî de agirdangek hebûye. Li wilayeta Tûranê du perestgehên mezin ên bi navê “Arîn Zawk” û “Tarîn Helwan” hebûne ku fermanrewayên kurdên beluçî li bajarê Kîkan û Xuzdarê ava kiribûn. Ev her du perestgeh li serê kopa çiyayê Zawk û Helwanê ava kiribûn. Kurdên beluçî ev her du perestgeh gelek pîroz dizanîn û di salekê de du caran, di demsala bihar û payîzê de, ji hemû milên Tûran û Mekranê ji bo ziyareta vê perestgehê dihatin. Bi hatina xwe re jî, diyarî û xwarinên zêde dianîn û çendîn rojan di vê perestgeha pîroz de dua dikirin û mijûlî perestina Yezdan dibûn.

                      Kurdên beluçî baweriya wan bi jiyana piştî mirinê tunebûye û mirin ji ber qetandina peywendiyên berdewamî ji Ehrîmen zanîne. Di destpêkê de laşê miriyan neşûştine, danîne ser kevirekî yan jî cihekî bilind ku teyr û ajel wan bixwin û careke din bibin beşek ji laşê jîndaran. Lê piştre, ev adet terk kirine û mirî kirine nav kûpekî mezin û di nav çiyayan de veşartine. Adetê mehrbirînê (şûkirin) di nav wan de berbelav nebûye. Ji bo dawetê, tenê rizamendiya her du aliyan yanî jin û mêr û bav an serekê malbatê pêwist bûye. Zêde jinanîn di nav kurdan de qedexe nebûye, lê pêwendiya nerewa (zina) bi giranî qedexe bûye. Bi dê, xweh û keça xwe re nezewicîne û zewac bi wan re heram bûye. Adetê sinetkirinê di nav wan de belav nebûye. Keçan heta dema balixbûnê şalvar li xwe nekirine. Kuran heta temenê balixbûnê piştînî li pişta xwe girênedane û di şer de kuştina wan qedexe bûye. Kurdên beluçî di warê pîşeyê de koçer û xwediyê keriyan bûne. Gelek zêde pez û dewarên wan hebûye û bi erebeyên du teker geriyane. Kurdên beluçî niştecihê yek cihî nebûne, ji ber wê jî çûne zozan û germiyanan. Piştre ku derbasî jiyana bajêr bûne, dest bi jiyana ziraetê, baxvanî û darçandinê kirine. Lê li gel wê jî ji bo parastina avê, bendav ava kirine ku bi dîtina wan avahiyan mirov ecêbmayî dimîne. Desthilata malbatê di destê bav û mezinê malbatê de bûye. Piştre serekên hozan jî di çareseriya pirsgirêkên giring de xwedî biryar bûne. Di hemû pirsgirêkên hundirîn ên din de, desthilata çaresirkirinê bi temamî di destê serekên hoz û rihspiyan de bûye. Dema ku di bin desthilata siltanekî de bûna, tenê serekên hozan li milê peywendîdar li gel siltan bûye. Ev milê peywendîdar jî peywendî bi kar û barên siyasî û mîrî yên wekî şer, aştî, bac, leşker û nimûneyên vê bûne. Bi pereyan re ewqas zêde nasîna wan tunebûye. Pêdawistiyên xwe bi riya guhertina kel û pelan bi dest xistine. Cil û berg û pêlavên xwe sade ji hirî û postên heywanên xwemalî û kûvî çêkirine. Jinên wan di kar û barên rojane de mil bi milê mêran kar kirine. Çekên kurdên beluçî ji tîr û kevan, gurz, şûr, xencer, şirîtên nêçîrê û berqenîkan pêk hatine. Adetê halgirtinê di nav kurdên beluçî de belav bûye. Dema ku kesekî xerîb hatiye nav bajarekî yan gundekî û çûye mala kesekî, xwediyê malê piştî bixêrhatinê, xebera sefera wî jê pirsiye. Bi vê riyê xwediyê malê sebebê hatina wî zaniye. Kurdên beluçî xwediyê leşkerê her dem amade nebûne. Ji ber wê, di esnayê şer de bi riya delalan xebera şer di nav welêt de belav kirine û serbazên kurdên beluçî agehdar kirine. Bi vî awayî ji yê xeber gihandî re “hul” gotine. Hul bêjeyeke kurdî ye ku tê maneya eşkerekirinê. Di esnayê adetê hulê de, cihê berhevbûna serbazan jî hatiye diyarkirin. Bi vî awayî, serbazên leşkerî yên kurdên beluçî jî li wî cihî berhev dibûn.

                      Kurdên rojhilatê yanî kurdên Madê bi eynî zimanî axivîne ku Avesta pê hatiye nivîsandin. Dema ku Kurdên Biraxoyî, Edreganî, Kirmanî û Mamîlî hatin nav erdê Tûran û Mekranê, her bi wî zimanî diaxivîn. Ji ber vê, xelkê xwemalî navê wan kirin “Kurdgal”, yanî ew xelkên ku bi kurdî diaxivin.> (Kurdgalnamek, 103-110)

 

  1. Li gorî çavkaniyên hedîsî-dîrokî kurdê serdema îslamê û çarçoveya jiyana wî ya dînî

Dîmenê kurdan ê di serdema Pêxemberê Îslamê de -silav lê bin- wêneyekî lawaz û çilmisî ye; berevajî vê yekê, hebûna parsan xurt û birqonek e. Wekî mînak, wêneyê Gavanê Kurd (Caban Es-Sardî El-Kurdî) tenê bi du hedîsan hatiye belgekirin; lê belê aryayiyên din ên wekî Rûzbe Xweşnûdanê Espehanî (Selmanê Farsî), Pîrozê Deylemî (Fîrûz Ed-Deylemî), Salimê Sitexrî (koleyê azadkirî yê Ebû Huzeyfeyî), Bazanê Sasan (neviyê Behramê Çopînî) gelekî navdar in, bûyerên wan ên vegotî dirêjtir in, hedîsên ji wan ragihandî zêdetir in û rolên girîng di nava rêveberiya misilmanan de wergirtine. Yekane kesê ku hedîs ji Gavanê Kurd ragihandine, kurê wî yê bi navê Meymûnê Gavên e (Ebû Nesîr/Besîr Meymûn b. Caban Es-Sardî El-Kurdî) û nivîskarê “El-Enwar’ul-Kaşife”yê El-Yemaniyî derheqa wî de wiha gotiye: <Kesî ew nedaye nasandin û min tiştek jê seh nekiriye; bavê Meymûnê Kurd jî hema hema nayê naskirin. Di “Usud’ul-Xaye” û “Îsabe”yê de navê wî wekî Caban derbas dibe û wan jî derbareya wî de tiştek negotiye. Malikê kurê Dînarî ji Meymûnê Kurd xwestiye ku ji bavê xwe salixan bide ku di heyama Cn. Pêxember de jiyaye û ew guhdarî kiriye. Wî jî wiha gotiye: “Bavê min salixên Cn. Pêxember ji me re nedidan. Tirsa wî ew bû ku li gotinê zêde bike yan jî jê kêm bike.” Meymûnê Kurd ji bavê xwe ragihandiye ku Xwedê jê raziyê bavê wî wiha gotiye: Min ji Cn. Pêxember eleyhiselamî bihîst ku wiha dibêje: “Kî bi qelendekî kêm an jî zêde jinekê li xwe mehr bike, lê belê di dilê wî de dayîna mafê wê jinê tunebe, li ser vê rewşê bimire û mafê wê nedê, di roja qiyametê de ew kes dê wekî zinakarekî derkeve hafa Xwedê. Kî tiştekî ji kesekî deyn bike; lê belê nexwaze ku wî malî vegerîne xwediyê mêl, wî bixapîne û malê wî desteser bike, ew kes dê wekî dizekî derkeve hafa Xwedê”[12]

Divê bê gotin ku ji dîroknasên pêşîn ên ereb Ibn Werdî (1292-1349) di “Dîrok”a xwe de diyar dike ku kurd gundî û çolteriyên parsan in û wan her du gelan di bin sîwanekê de dinirxîne; her wiha sînorê rojhilatî yê welatê wan digihêjîne çemê Ceyhûnê û erdnîgariya li pişt Ceyhûnê jî welatê tûraniyan dihesibîne. Bi rastî, Qelqeşendî jî vê gotina Ibn Werdiyî piştrast dike û neseba her du gelan di Aşûr kurê Samê kurê Nûh eleyhiselamî de digihêjîne hev; li gorî wî, bapîrê parsiyan Parsê kurê Tîraşê kurê Aşûr e, kurd jî neviyên Îranê kurê Aşûrê kurê Samî ne û bi vî awayî pars dibine biraziyên Îranê kurê Aşûrî.[13] Dîsan li gorî Qelqeşendiyî, erdnîgariya Îran (Aryayê) bi navê bapîrê kurdan hatiye naskirin; her wiha ji misilmanên wan re “kurd” û ji filehên wan re jî “gurc” tê gotin ku di rastiyê de kurd û gurcî heman gel in. Dîsan dîroknas û şirovekarê Quranê Taberî di şiroveya ayetên 68-70î yên sûreya Enbiyayê de radigihîne ku kurd gundî û çolteriyên parsan in; hêjayî gotinê ye ku Taberî van zanyariyan dispêre zanayên pêşîn ên misilmanan Ebdullah b. Ebbas û Mucahidî.[14] Îcar Ibn Werdî balê dikêşe ser “teza dîrokî ya aryayiyan” û dibêje ku “li gorî wan, mirovahiyê ji Keyûmersî dest pê kiriye û her xanedaneke ku li Aryayê serwerî kiriye ji nifşa wî bûne; lê belê Dehak û Efrasyabê Turkî biyaniyên dagirker bûne ku her duyan ji bo demekê serweriya welêt bi darê zorê bi dest xistiye. Welatê wan hertim ji aliyê xanedanên wan ên ji heman nifşê ve hatiye rêvebirin û vê rewşê heta belavbûna îslamê berdewam kiriye. Şahên Aryayê ji aliyê hişmendiyê ve gewretirê serweran bûne; van şahan bi hişên kûr, stratejiyên durist pergalên pêşketî welatê Aryayê bi rê ve biriye, kesên nehêja û nepispor nexebitandine û kesên bêexlaq hilnedane malên xwe.”[15] Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ibn Werdî jî wekî Dînewerî wêrankeriya Skenderê Romî wekî hewldaneke dagirkerane ya biyaniyan nahesibîne û wî di nava dagirkerên biyanînijad de tomar nake; her wiha navê Dehakî wekî peyveke erebî “Ed-Dehak” dinivîse ku bi ihtimaleke mezin li gorî wî Dehak erebnijad bûye.

Gava mirov kurd û aryayiyên din di bin sîwanekê de bihesibîne, wêneyekî kemilî yê misilmantiya gelên aryayî derdikeve holê; wisan e misilmanên aryayî yên pêşîn di damezrandina dewleta îslamê de roleke girîng lîstiye, kesayet û exlaqên xwe li gorî rêbazên îslamî ro kirine û gihiştine çarçoveya “misilmanê kamil”. Lewre divê mantiqa wan a ramanî ya wê serdemê di çarçoveya destpêkî ya dînê îslamê de bê nirxandin. Ji aliyekî din ve, serdema belavbûna îslamê (heyama pêxembertî û xelîfetiyê) bûye sembola têkçûna hêmayên aryayî; di vê maweyê de nirxên dînê îslamê bilind bûne û aryayî vegeriyane xwendekar û serhildêran. Kurd û aryayiyên din ên ku bûne misilman û xwendekarên dînê îslamê, hewl daye ku li gorî çarçoveya dînê nû jiyanekê ji xwe û doraliya xwe re ava bikin; her wiha kurd û aryayiyên din ên ku nebûne misilman û li dijî dînê nû şûrên serhildanê rakirine jî, hewl daye ku çarçoveya dînê nû bişkînin û bigihêjin desthilatdariya xwe ya berê. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku hê di vê serdemê de dubendî ketiye mantiqa kurdî ya ramyarî; kurdên ku bûne misilman ji rêbaza hizirînê ya kevneşopî derbasî nirxên civakî yên nû bûne û bi vî awayî wan xwe spartiye çarçoveyeke biyanî. Dîsan kurdên ku nebûne misilman jî, xwe spartiye hêzên dijber ên wekî bîzans, hind û tûraniyan; lewre rêbaza wan a hizirînê ya kevneşopî jî guheriye yan jî di bin bandora hevalbend û hevpeymanên wan de maye. Wisan e, di encama vê dînguhartinê de dubendiya kurdan lez daye pişaftin û bêtifaqiyê.

 

  1. Kurdê serdema Împaratoriya Eyûbî: awirek li paşperdeya civakî-dîrokî

Di heyama pêxembertî û xelîfetiyê de kurd û aryayî ketine ber çerxa pergaleke nû û desthilatdariya wan a kevneşopî hatiye betalkirin; lewre di serdema xelîfeyê duyem (Umer b. El-Xetab) de kurd û aryayiyan hêdî hêdî lingên xwe berdane nava pergala îslamî û di serdema xelîfeyê çarem (Elî b. Ebî Talib) de bi pêşengiya Xariciyan beşdarî çend tevgerên li dijî vê pergalê bûne. Di serdema emewiyan de beşdarî tevgereke bi navê “şu’ûbiye” bûne û cara yekem wan doza wekheviya gelan kiriye; lê belê piştre ev tevger vegeriyaye çalakiyên li dijî ereban û pergala wan a îslamî.[16] Lewre ji destpêka sedsala 8an û pê ve nivîskarên erebînivîs giringî daye “reh û rîşeyên kurdan” û hewl daye ku kurdan wekî neteweyeke erebînijad nîşan bidin, bi vî awayî neyartiya wan a li dijî ereban sist bikin û di nava toqa erebî de bipişêvin. Serdema ebasiyan bi pêşengiya kurdan dest pê kiriye û fermandarê kurd Ebû Mislimê Xoresanî dewleta emewî hilweşandiye; lê belê ebasiyên ku bi sayeya kurdan hatine ser textê desthilatdariyê, hêdî hêdî tevgera Ebû Mislimî û şagirtên wî yên Bermekî daxistine asta hera nizm û di vê pêvajoyê de xalanên siltanên ebasî (gelên tirknijad) li şûna kurdan hatine daçikandin. Tirkên selçûqî di destpêka sedsala 11an de gihiştine piraniya deverên Kurdistanê û koçberiyekê di nava hozên kurdan de dest pê kiriye; ji ber êriş û sitemkariyên selçûqiyan giregirekên hoza Rewendî ya Divînê jî ber bi başûrê Kurdistana wê demê koçber bûye.[17] Her çiqas kurdên rojhilatî hatine tasfiyekirin jî, kurdên bakurî-rojavayî berê xwe daye Misir û Şamê. Di vê pêvajoyê de malbata Eyûbî ya ku ji Aranê daketibû Bexdayê, bi desthilatdariya ebasî û xizmetkarên wê yên tirknijad re ketiye nakokiyan; lewre malbata Silhedînê Eyûbî ji Bexdayê derbasî Şam û Misirê bûye.

Divê bê zanîn ku beriya damezrandina Împaratoriya Eyûbî (1171-1341), kurd di dezgehên ereban de ji asta şagirtiyê derbasî mamostetiyê bûbûn; bi kurtî, ji destpêka belavbûna îslamê heta avakirina dewleta Eyûbiyan, çendek mîrgehên kurdan ên wekî Sadaqiyan (770-827), Eysaniyan (912-961), Deysemiyan (938-955), Şedadiyan (951-1199), Rewadiyan (955-1071), Hesenweyhiyan (959-1014), Merwaniyan (983-1096), Enaziyan (990-1117), Kakeweyhiyan (1008-1141), Şivankariyan (sedsalên 11-12), Zekeriyan (1161-1360), Hezarespiyan (1115-1425), Mîrgeha Gêlê (1049-1864, Amed), Mîrgeha Hezoyê (1058-1598), Mîrgeha Erdelanê (1169-1867) û Mîrgeha Kilîsê (1171-1264) derketibûn ser dika dîrokê.[18] Bi gotineke din, hişmendiya kurdê serdema Împaratoriya Eyûbiyan xwediyê bingehekî îslamî ye; di bin siya dewletên xilafet, emewî û ebasiyan de hînî rêveberiya li gorî rêbazên îslamî bûye, mîrateyeke çanda serweriyê bi dest xistiye û piştre bi liyaqeteke bilind pêşengiya umeta misilman kiriye.

 

  1. Li gorî Şerefnameyê kurdê serdema mîrgehên kurdan û çarçoveya zanistên wî

                      Ji xebata Şerefxanê Bedlîsî (1543-1603) ya bi navê “Şerefname”yê[19] diyar e ku kurdê serdema mîrgehan demeke dirêj dîroka xwe nenivîsandiye yan jî dîroknivîsiya wî di çarçoveya rêzikname û fermanên mîrî de maye; lewre berhevkariya pêşîn a dîroka kurdan li ser hinek şaşiyên zanistî ava bûye. Wekî mînak: gotina wî ya derbarê eslê kurdan ku ji nesla Xalid b. Welîdê kordunde ne, lê di rastiyê de kurê Xalidî yê tekane û bêzarok Silêman di dagirkirina Amedê de hatiye kuştin; bi rastî Şerefxan îro sax bûya, dê bi vê agehiyê bikeniya. Bi vî awayî mirov pê dihese û dikare texmîn bike ku wê heyamê gelek zanistên civakî yên din jî li ser kêmasî-şaşiyên zanistî hatine avakirin. Her çiqas Dîneweriyî (828-896) derbarê nesebên kurdan (“Ensab’ul-Ekrad”) de berhemek nivîsandibe jî, wisan dixuye ku ev pirtûk negihiştiye ber destê Şerefxanî; her wiha wisan dixuye ku ev pirtûk ji aliyê mîrgehên kurdan ve jî nehatiye parastin, dest bi dest û nifş bi nifş nehatiye guhastin. Lewre Şerefxan bêyî mehdeyê xwe neçar dimîne ku xwe bispêre çavkaniyên biyanî û li ser zar û zimanê xelqê sûdmendiyên dîrokê ji gelê xwe re şirove bike: “Dîroknasî di ser hemû huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bikêrhatî û biqazanc in. Serpêhatiyên me yên borî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên ku berî me hatine kirin. Ji xwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin.” Gava Şerefxan sûdmendiyên dîrokê şirove dike jî xwe naspêre berhemeke kurdan û dîsan bi neçarî agehiyên bi farsî yên “Rawdat’us-Safa” ya Muhemmed b. Xwandşah b. Mehmûdî (1433/34-1498) wekî çavkanî nîşan dide; diyar e ku bi xwe ne di wê astê de ye yan jî kurdê heyama wî ne di wê astê de ye ku berhema xwe bi zimanê kurdî binivîse, lewre bi deyndariya zimanê farsî û bi parastina siltanê osmanî dîroka kurdan dinivîse: <1- Ji bo naskirina însanan e. 2- Zewq û dilxweşiya ji hînbûna ew mijarên ku di derheqên wan de kêm tên zanîn e. 3- Zanyariya dîrokê, tiştekî wisan e ku bêyî zehmetî û kulfetek mezin mirov xerc bike, dikare ji derûdora xwe ya nêzîk bi hêsanî bi dest bixe û zanyariyek e ku li ser taqeta zîhîn hatiye danîn. 4- Rast û derew ji hev cihê dike û nerewayan ji nav rewayan dibijêre. 5- Gelek pîvan û daneliberhevî tê de hene. Zanayan gotiye: ‘Tecrube însanan zana dike’ ji ber vê, tecrube şaxek ji wan deh şaxên zanistiyê hesibandine. Mirov bi xwendina dîrokê hînê gelek fikirandin, nêrîn û tecruban dibe. 6- Dîrokzan ji bo pirsîna tiştan kêmtir karê wî dikeve li ha û li wir. Çunkî mebesta wî ji bo ku li ber destê wî ye, bi xwe lê dinêre û dizane. 7- Mirovên mezin ên bi karên giran û dijwar rûbirû dibin, bi xwendina dîrokê agirê kula dilê wan vedimire û dikevin nav aramî û bêhnfirehiyê. 8- Dîroknasîn jîrî û hişyariya mirov zêde dike û arastî lêkolîn, fikirandin û bîrên rast dike. 9- Kesên agahdariya wan ji dîrokê heye, hemû bêhnfireh û hişyar in. 10- Serdar û zordar ji serpêhatiyên borî desthilatdariya Xwedayê mezin tê bîra wan û bi hêz û qudreta xwe pozbilind nabin û ji ser xwe naçin, baş têdigihêjin ku heta xweşî li ser be û nexweşî her tenê ji bo wê mebestê ye ku Padîşahê hemû Padîşahan ku di Qur‘ana pîroz de emir kiriye :“Bi rastî jî, di çîrokên wan de ji bo kesên xwedî aqil, nesîhet hene.”> Şerefxan sedema berhevkirina dîroka xwe jî wiha rave dike: “Ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tehm û bîhna xwe de wekî hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bê dest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelekî der, behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên ku di dîrokên ‘Eceman de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, rasterast bi xwe seh kirine, binivîsînim û navê wê daynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.” Ji vê agehiyê jî diyar e ku kurdên serdema mîrgehên kurdan hê negihiştine avakirina dîrok, ziman û mantiqa zimanê xwe; lewre wan li ser bingehê zimanê farsî û mantiqa wî zimanî hewl daye ku kurdan bînin rojevê. Divê bê gotin ku xebata giranbiha ya Şerefxanî bi kurdî bûya û wergera wê ya kurdî nemaya heyama Mela Mehmûdê Bazîdiyî, dê rewşa dîrok, ziman û mantiqa zimanê kurdî bigihişta asteke pêşketîtir.

 

  1. Li gorî “Rusûmatname”yêkurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê û hewldanên wî yên çaksaziyê

                      Bêguman nimûneya hera rewneqdar a kurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1868?) ye; yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di hemû danûstandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bi kar aniye. Wî hem berhevkariya xebatên beriya serdema xwe kiriye hem jî gelek berhem nivîsandine yan jî wergerandine kurdî û hewldaneke çaksaziyê ya nimûneyî pêk aniye. Her çiqas çend xebatên wî yên destpêkî yên li ser alfabe, rêziman û hin pirsgirêkên zimanê kurdî hebin jî, mixabin ev babet baş nepijandine û nekemilandine, lê hêjayî pesnê ne. Divê bê bibîrxistin ku hemû berhemên wî yên berhevkirî, nivîsandî û wergerandî niha di Pirtûkxaneya Akademiya Zanistî ya St. Petersburgê de ne û hinek jî li Fransayê tên parastin.

                      Her çiqas Mela Mehmûdê Bazîdiyî pirtûka xwe ya bi navê “Rusûmatname”yê[20] (sala 1857an) beriya wergerandina “Şerefname”yê (sala 1858an) nivîsandibe jî, di navbera amadekirina her du berheman de tenê salek heye; wisa dixuye ku gava pirtûka xwe ya navbihurî dinivîsand, ji aliyekî ve jî “Şerefname” werdigerand û hinek xebatên xwe yên din jî dimeşandin.[21] Ji ber vê yekê bandora “Şerefname”yê li ser vê xebata wî tê dîtin ku Bazîdî jî dîroka kurdan bi agehiyeke şaş dide destpêkirin; ango Bazîdî jî wekî Şerefxanî reh û rîşeyên kurdan dispêre gundî û çolteriyên ereban ên ku demek ji deman hatine nava xaka Kurdistanê (r. 1-2). Bêguman di wê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê de pejirandina van agehiyan kêmasiyeke mezin e; lê divê bê gotin ku gelek xebatên pêşîn hertim bi kêmasî û seqet diwelidin. Ji bilî van agehiyên dîrokî yên şaş, Mela Mehmûdî wêneyekî dem û heyama xwe girtiye; di vî wêneyî de hem rêbaz û qanûnên wê jiyanê şirove kirine hem jî şêwazên ramyariyê û paşperdeya tevgerên kurdan tomar kirine.

Hê di destpêka berhemê de, Bazîdî qala çanda kurdan a “vegotina dîroka devkî” dike; her wiha pesnê dide çendek dab û nêrîtên wan ên wekî çanda bexşandina sûcdar û gunehkaran, nekuştina dîlên şer (r. 2). Piştî ku şêwazê zewacên wan bi kurtî vedibêje (r. 2-3), derbasî tevgera wan a hozdariyê dibe û bi dirêjahî vê mijarê nîqaş û enene dike (r. 4-9); gava gotin digihêje dab û nêrîtên şaş, tu dinihêrî Bazîdî carinan wan hizir û reftarên çewt rexne dike û carinan jî bêrexne bi dirêjahî behsa baweriyên kurdan ên bêbingeh dike (r. 9-12).

“Rusûmatname”yê rewşa kurdan a civakî li ser gundewarî û bajarvaniyê dabeş kiriye; hem tevgera wan a li xanûman, zozan, war û zomeyan vegotiye hem jî amaje bi çînên civakê yên bajaran kiriye. Ji aliyekî din ve exlaqê kurdan ê heyamên aştiyê û şeran, rewşa perwerdehiya wan a dînî-zanistî, tatêla wan a ji bo çek û hespan jî veguhastiye nifşên peyhatî (r. 12-15). Wekî ku tê zanîn, gelek rojhilatnasan rexne li rêbaza berhevkirin û dabeşkirinê ya Mele Mehmûdî girtine; wekî mînak: urf û adetên xwezgînî, jin-xwestin, şûkirin, bûkanîn, dawet û govendê li çend cihan dubare dibin (r. 15-17). Her çiqas nivîskarî di destpêkê de bi kurtî qala perwerdehiya zarokan kiribû jî, dîsan vedigere dab û nêrîtên kirîvatî, sunetkirina zarokan û perwerdekirina wan a li ba seydayekî (r. 17-18).

                      Bêguman ne mumkin e ku tevahiya berhemê bi gotarekê bê nirxandin, lê mirov dikare bi kurtî bibêje ku kesayetê sedsala 19an Mele Mehmûd kurdperwerekî nimûneyî ye; ji bo naskirina rewşa kurdperwerên wê serdemê jînenîgarî, berhem û helwestên wî jî nimûneyî ne. Wekî mînak: Mela Bayezîdî demeke dirêj û bi berdewamî li ser wergera çavkaniya dîrokî ya Şerefxanî re xebitiye û qedrekî bilind daye wê berhemê; bi rastî, Kurdistan ji bo dîroka xwe deyndarê pênûsa vî mirovê zana û rûmetyar e ku kesayeta hera navdar a sedsala xwe ye. Her çiqas ronahî nedîtibe û niha winda be jî, berhema wî ya bi navê “Tewarîxê Cedîd ê Kurdistanê” (“Dîroka Nû ya Kurdistanê”) berdewamiya xebata Şerefxanî ye; heke ev berhem rojek ji rojan derkeve holê û bê dîtin, mirov dikare heyama piştî 250 salî ji Şerefxanî bişopîne û zanyariyên Şerefxan û Bazîdiyî bi hev ve girêde. Wergera kurdî ya berhemên Şerefxanê Bedlîsî û berhemên din ên ku Mela Mehmûdê Bazîdiyî amade kirine, divê bibin çavkanî ji bo lêkolîna mîrateya vî kurdnasê navdar ê sedsala 19an.[22]

Bêguman pêngava hera girîng a ku Mele Mehmûdî avêtiye, afirandina zimanê pexşanî yê kurdî ye; wisa dixuye ku wî bi ser Rûsyayê re guherînên li Ewropayê şopandibûne, her wekî ku berê jî bi ser Stenbol û Tewrêzê re cîhana îslamî ya sunî û şiî jî raçav kiribûn. Wî baş dizanibû ku helbest û stran çavkaniya wêje û “kurdmayîn”ê ne; lê pexşan û werger amûra sereke ya şaristanî û dewletbûnê ne. Lewre wî ji aliyekî ve hêza xwe ji çand û zimanê gelêrî werdigirt û li milê din jî zimanê kurdî bi ezmûnên pexşanê re derbas dikir. Di wê serdema pîşesazî û rewşenbîriyê de wî erka xwe baş bi cih anîbû; wî zimanê kurdî rojane kiribû û ji bo ku bibe amûra dewletsaziyê, ev ziman guncandibû. Pêngaveke girîng a din jî, hem berhemên beriya xwe kom kiribûn hem bi xebatên xwe serdema xwe dabûn nasandin hem jî pêşengî li gelê xwe kiribû. Bêguman di navbera hişmendiya wî ya dûrbîn û tevgera gelê wî de cudahiyeke balkêş heye; Mele Mehmûd bi “Rusûmatname” û xebatên xwe yên din gelekî li pêş civaka kurd diçe û diyar e ku rojanekirina hişmendiya kurdê wê serdemê ew gelekî westandiye.

 

Nîşeyên gotarê:

[12] Taberanî di Kebîrê de c. 8, r.44; û di Sexîrê de c.1  r. 43; Heysemî di Mecme’uz-Zewaidê de c. 4, r. 134 qala vê hedîsê kirine.

[13] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-Eşa fî Sinaet’il-Inşa,  Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 423-424; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/420.htm; dema gihiştinê: 05.08.2022; 21:58.

[14] Muhemmed b. Cerîr Et-Taberî (2000), Cami’ul-Beyani fî Tefsîri Ay’il-Quran, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût, c. 18, r. 434-435; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/tfs/802/10484.htm; dema gihiştinê: 06.08.2022; 04:59.

[15] Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 70-71; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4720/68.htm; dema gihiştinê: 05.08.2022; 21:58.

[16] Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu min’el-Qern’is-Sabi’i ile’l-Qern’is-’Aşir’il-Mîladî Wifq’el-Mesadir’il-’Erebiyyeh, Dar’ul-Farabî & Aras, r. 39-46.

[17] Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu fî Heqebet’il-Xilafet’il-Ebasiyyeti fî’l-Qerneyni 10-11 m., Dar’ul-Farabî & Aras, r. 275-277.

[18] Wikipedia (2022), List of Kurdish dynasties and countries, https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Kurdish_dynasties_and_countries; dema gihiştinê: 06.08.2022; 05:41. Her wiha bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Lîsteya_xanedan_û_dûgelên_kurdan; dema gihiştinê: 06.08.2022; 05:51.

[19] Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname: Dîroka Kurdistanê, wergêrê kurmancî: Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn, r. 53-56.

[20] M. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag; ji bo nusxeyên înternetî bnr.: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/3ZF1QGWPVH.pdf û https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/TX73BNYK5Z.pdf; dema gihiştinê: 08.08.2022; 05:48.

[21] Hêriş Kemal Rêkanî (2022), Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî, malpera Çandnameyê; bnr.: https://candname.com/berkar-u-destnivisen-mela-mehmude-bazidi/; dema gihiştinê: 08.08.2022; 04:56.

[22] Jaklîna Sûrênovna Mûsaeliyan (2004), Mela Maxmûd Bayazîdî î yego perviy perevod «Şaraf-nama» Şarafxana Bidlîsî na kurdskiy yazik, Pîsmenniye Pamyatnîkî Vostoka, St. Petersbûrg; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://www.orientalstudies.ru/rus//images/pdf/PPV_2004_1-1.pdf; dema gihiştinê: 09.08.2022; 00:41.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev