GELO KÎ BI SEYIDXANÊ KERR AGAHDAR E?

GELO KÎ BI SEYIDXANÊ KERR AGAHDAR E?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Van rojan, dema ku min bi telefonê cejna Seydayê hêja Yûsuf Aslan pîroz kir, gote min: -Çima tu li ser Syidxanê Kerr jî nanivîsî?

Rast e, çima nanivîsim?

Lehengê Kurd SEYIDXANÊ KERR di mêjû de hatiye nixumandin. Sed mixabin nivîskar û lêkolînerên me jî li serê nanivîsin an jî pir hindik li serê hatiye nivîsandin.

Min stranek li ser wî lehengî nivîsiye û di 1990 di Xwençe Cild 2 de weşandiye.

Hêvîdar im kî çi li ser Seyidxanê Kerr zanibe, bila binivîse.

Strana ku li serê hatiye gotin ev e:

 

SEYIDXANÊ KERR

De herê wî axawo

axawo

axawo

axawo

axawo

axawo wî axawooo

Êla bavê bavê mino sehera sibê ye

û ezê bi diyarê tayê Taloriyê

Kevirê Kelereşê

Kêşa Newala Seyida ketim

sibe ye ji xema dilê min û te ra

wa ma li ger e.

Na, na wele

ez vê sibê bala xwe didimê

mi dî celebê siwara ji jorda derketine tên

Siwarê peşî tim û daîm

namluya tivinga xwe dajo ji pêre

Bi lexema kurmanciyê ji vî siwarî ra dibêjin:

“Berxê Mala Ûsivê Seydo, Seyidxanê Kerr e”

Lê şahdewşûdê vî xweşmêrî li dinyayê gelek hene:

Roja şer û oxilmê giran

bi sonda qesemê

li orta meydanê mêra dikuje

nahêle kesekî di kozika xwe da tevbigere!

Mi dî Seyidxan bi sê denga dikir gazî, digo:

– Lê lawo

Sidîqê lawê Mistefa begê

Emî mahkûm û firar in

barê me qaçax e

ji bona Xwedê

wele vêga berê me li Xeta Firingsawê

Eman destê min ê li dawa te be

destê te li dawa Pêxember be lo,

lawo li vî welatê Serhedê

tu yê qisr û qisûrê li me nekî

de tu yê pêsîra firyarê me berdî lo

bira paşiya qaçaxê me hereeewuuuiii

Sidîqê lawê Mistefa begê

li berxê mala Ûsivê Seydo

bi sê denga dikir gazî, digo:

– Lo lawo Seydxanooo

wele nabî

bi sî cizû Quran nabî

bi Şêx Badînê erda Lulukê

bi sedmalê gola Nazûkê

bi ziyareta Qolîbaba kim nabî

Minê sond xwarî

bi sonda telaqê cot-cot xanima

îro cotê xanima

wele qaçax û firarê mala Ûsivê Seydo

bê qetl û qitûl

di ser mi ra, hay looo, derbas nabî…

Gidî wî axawo

axawo

axawo

axawo

axawo

axawo

axawo wnl axawooo

Ele bavê mi no

sahira sibe ye

û ezê bi diyarê tayê Taloriyê

Kevirê Kelereşê

Kêsa Newala Seyida ketim

sibe ye ji xema dilê min û te ra

wa bi çem û kanî

Seyidxan bi sê denga dikir gazî

digo:

– Lo looo Teyfîqo

Silhedîn

Elîcan û Ferzende

hûnê besera çavê bavê min in

ji mera mêrê çê bin

hûnê destê xwe bavên qevdê mîratê modoliya

lê mîna carîcaran

bi hevdu ra lê xin bi mêran

Na, na wele

ji Xwedayê min da

aza û bi hêsîrî

me kir nekir bi hêvila mekana

me xwe yê ji destê begler û axayên vî welatî

xwe dernanî

Lo looo Teyfîqo lo bira

serê vê sibê li orta meydanê

ji kuştina Sidîqê lawê Mistefa ra

hay looo, car tu çewanîîî?

Wele dibê

Hê gotin di devê va ya nava xweşmêra

destê xwe avête baxê mîrata reşeka

pakêtê xwe deranî

li devê darê Qesra Hacî Mûsa Begê

bi siwarî

dest bi dest

devê mîratê modoliyan bi hev va danîn!

Ji xwe ra

qamsûna fîşeka Sidîqê lawê Mistefa begê qelp bû

ji canibê Xwedê ra

mîratê derba xwe hilnanî!

Berxê mala Ûsivê Seydo

li orta Meydanê

derbekî li eniya wî dabû

qalpaxa serê wî bi carek hilanî

Bi sê denga dikir gazî, digo:

– Keko helhel!

ez bavê te me

gula mala Ûsivê Seydo me

sehdewşûdê min li dinyayê gelek hene

emê daîma mêra li orta meydanê dikujin

hey looo, ca bi mêramlliiiwwwuuu…

Ev stran ji devê kê hatye wergirtin jî, ne diyar e.

Bi hêviya ku camêrek li serê binivîse û jînenîgariya wî derkeve holê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev