Pêşesaziya Çortan

Pêşesaziya Çortan

Muhemed Şerîf Cilînî

Çortan yek ji berhemên pêşesaziya Şîrmeniyê, yeke ji pêşesaziyên kelepûrî yên Kurdistanê, Çortan tê amadekirin bi vî haweyê gelemperî:

1-Kelandina şîrê mîhan an bizinan an çêlekan û sarkirina şîrê kelandî bo pila meyandina şîr û wergirtina mast.

2-Dagirtina mast bi hinek av re, di meşkê de ya ji çermê bizinan çê bûye, divê meşk nîv tije be, ji bo nivîşk bê vegirtin ji dew bi killandinê.

3-Komkirin û kelandina dewê killandî û vegirtî, di disteke mezin de, bi nermayî û bê tevdan, heya destpêka çêbûn û vegirtina çortan ji ava reng zer ve.

4-Sarkirina bermayê killandinê, û dagirtina vê bermayê di tûrên caw de, ji bo parzûnkirin û vegirtina çortan ji ava zerîn.

5-Strandina çortanê terr û parzûnkirî bi xwê re, paş re tê guvaştin di tûrekî din de, di bin giraniya kevirikî de, ji bo vegirtina ava zerî mayî di çortan de.

6-Gilokirina çortanê guvaştê weke gilokên biçûk, rêzkirina gilokan li ser depekî textî an cihekî şayik, nuxumandina gilokên rêzkirî bi cawekî tenik, ji zihakirin û hişkkirina gilokên çortan.

Mebest ji tevlîkirin û strandinê bi xwê re, parastina çortan bo demeke dirêj, ku kufikî nebe.

¤¤¤

Şirovekirinek ji alîyê malpera RIATAZA da

Gotina “çortan”, ku li Kurdistanê gelek deveran wek gotina kurdî tê bikaranîn, bi zimanê ermenkî ye û ji du gotinan çê bûye “çor”, ango “hişk“ + “tan”, ango “dew”.

Bi kurdî nave wê “keşk” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev