Çîrokeke gelêrî

Çîrokeke gelêrî

Cemal Dêrgulî

Rojekê Çêlekek diçe doza xelatekê li Şah dike.

Şah dipirse:

-Te çi kiriye heta em te xelat bikin…?

Çêlek dibêje:

-Hûn şîr û goştê min dixun û çermê min dikin pêlav, ji xeyna rêxa min ku hûn dikin ardû ji xwe re dişewitînin.

Şah radibe xelatekê dike stuyê çêlekê de û dema ji qesrê derdikeve Qantir wê dibîne jê dipirse:

-Ew çi xelate di stuyê te de…?

Çêlek dibêje:

-Şah ez xelat kirim.

Li bayê bezê Qantir jî diçe doza xelatekê dike.

Şah dipirse:

-Çêlek bi sûd e, lê ka tu çi didî me…?

Qantir dibêje:

-Ma ku ne ez bim kî dikare barê we hilgire û zeviyên we cot bike…?

Şah radibe Qentir jî xelat dike û dema ji qesrê derdikeve, Ker wî dibîne, gazî dike:

-Birazî…birazî, ew çi xelat e di stuyê te de…?

Qantir dibêje:

-Şah ez û Çêlê xelat kirin.

Bilez û bez Ker jî diçe doza xelatekê dike.

Şah jê re dibêje:

-Hela em dizanin Çêlek û Qantir bi sûd in, lê ka çi sûd ji te heye, Kero…?!

Ker dibêje:

-Heke ne ji Kera bûna, tu nedibû Şah!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev