Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – IV

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – IV

Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê, ku em wî

herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin, bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa çaran bixwînin. 

Omitê Mistefê

C. Mantiq çi ye?

Peyva “mantiq”ê ya erebî li ser bingehê “logos”a yûnanî hatiye dariştin û di nava gelên misilman de jî belav bûye; lê di zimanê mak (yûnanî) de gelek wate li logosê hatine barkirin: “hevok”, “gotebêj”, “hiş”, “qanûn”, “rêje”, “jimar”, “rêbaza beraqil”, “şirove”. Piştre ev peyv wekî “lojîk”ê (logic) bûye navê zanistekê û îro ev zanist wekî “rêbaz û qanûnên hizirîna rast û piştrastkirî” tê şîrovekirin.[28]

Îcar zanista mantiqê ya ku îro wekî waneyekê tê fêrkirin, çawa pêk hatiye û bi pêş ketiye? Gava fîlozofê yûnanî Arîstotelesî (384-322 BZ) xwestiye ku rêbazekê ji bo “hizirîna rast û piştrastkirî” dayne û xwendekarên xwe li ser wê rêbazê perwerde bike, berhemeke 6 cildî ya bi navê “Organon”ê nivîsandiye û xîmê “mantiqa klasîk” avêtiye; di wê xebata xwe de qala “kategoriyan”, “pêşniyaran”, “nirxandinên pêşîn”, “nirxandinên duyem”, “mijar” û “delîlên felsefeyî/sofîstîk” kiriye.

Ereban naveroka vê zanistê ji yûnaniyan wergirtiye û di qalibekî erebî-îslamî de rokiriye; wan jî piştî çendek zêdehî û sererastkirinan bi cil û bergekî nû hinerdayî nava misilmanên ereb û ecem (ne-ereb) kiriye. Li gorî hinek belgeyên berdest, cara pêşîn siltanê ebasî Meimûnî bi awayekî fermî daxwaz ji keşeyên fileyan kiriye ku zanyariyên xwe yên ramanî bi misilmanan re pareve bikin; lê belê gelek çavkanî diyar dikin ku wergerandina xebatên felsefeyî hê di serdema emewiyan de dest pê kiriye, ji ber ku pêwendiya pêşîn a bi zanistên bîzansî, îtalî û spaniyan re di wê heyamê de çêbûye. Divê bê gotin ku lêkolîner û rojhilatnas Nicola Richer di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Zanista Mantiqê li ba Ereban” de bi çavkaniyên beraqil diyar dike ku wergerên pêşîn ên mantiqa yûnanî ji aliyê fileyên suryanî ve hatiye pêkanîn; piştre ereban û hemwelatiyên dewleta erebî ev zanista amadekirî “bê ked” û “bi teqlîd” wergirtiye.[29]

 

  1. Zanista “mantiqa klasîk”

Şirovekarê berhemên Arîstotelesî yê sedsala sêyemîn Ammonius Saccasî “Retorîka” û “Poetîka”ya Arîstotelesî û “Îsolojî”ya Porphyriosî li şeş pirtûkên Arîstotelesî (“Kategorî”, “Pêşniyar”, “Nirxandinên Pêşîn”, “Nirxandinên Duyem”, “Mijar” û “Delîlên Felsefeyî/Sofîstîk) zêde kirine; -bi taybetî Ibn Sîna û Farabî- mantiqnasên misilman jî ev neh pirtûk pejirandine û di nava mijarên mantiqê de nirxandine. Li welatên ewropayî lêkolînên mantiqê bi wergera latînî ya berhemên Arîstotelesî dest pê kiriye û serdestiya wî ya li Ewropayê heta Ronesansê berdewam kiriye. Piştî Ronesansê, bi bandora pêşketina zanistên xwezayî kêmasiya mantiqa Arîstotelesî derketiye holê; cara yekem Petrus Ramusî (1515-1572) zanista mantiqê li ser beşên wekî “gotin”, “pêşniyar”, “encam” û “rêbaz”ê dabeş kiriye; piştî ku Bacon û Descartesî bal kişandiye ser pirsgirêkên “rêbaz”ê, êdî rêbaza zanistan bûye mijara herî girîng a mantiqê. Di rastiyê de kurdan berî van ramyaran hizira xwe ya di vê bareyê de bi riya gotineke pêşiyan ragihandiye ku mixabin heta niha kesî bal nekêşaye ser; gotina kurdan a “erê erê ye, na jî na ye, îcar erê-na çi ye” diyar dike bersiva “erê” û “na”yê gotin, pêşniyar û encamekê didin, lê belê “erê-na” hem encamekê nade hem jî rêbazeke şaş a bersivandinê ye. Di serdema navîn û serdema nû de çendek lêkolîn li ser mijarên mantiqê yên wekî “gotin”, “pêşniyar” û “encam”ê pêk hatine; lê belê van xebatan alîkariyeke berbiçav negihandiye mantiqa Arîstotelesî. Divê bê gotin ku zanista mantiqê ber bi dawiya sedsala 19an berepêş çûye û lêkolînên li ser mantiqa hêmayî (sembolîk) asoyeke nû li pêşiya wê vekiriye; lewre mirov dikare bêbêje ku mantiqa nûjen guhertoyeke berfirehkirî û xurtkirî ya mantiqa klasîk e.[30]

 

  1. Mantiqnasê aryayî Îmam Xezalî

Xezalî (Ebû Hamid Mihemed b. Mihemed El-Xezalî, 1058-1111 z.) sala 1058an li gundê Xezaleyê yê bi ser bajarê Tûsê (Xoresan) ji dayik bûye û sala 1111ê li heman bajarî miriye; xwendina destpêkî li Tûsê li cem Ehmed b. Mihemedê Razikanî wergirtiye, paşê çûye bajarê Gurganê û li cem Ebû Nesrê Ismailî perwerde dîtiye. Piştre, derbasî Nişawerê bûye û heta 28 saliya xwe li Medreseya Nizamî xwendiye; ji aliyê ramanên kelamî ve di bin bandora Ebû Hesenê Eşerî de maye û ji aliyê fiqhê ve jî mezheba Îmam Şafiyî hilbijartiye.

Di nava zanayên aryayî yên misilman de cara yekem Xezaliyî ji bo pêşvebirina zanistên îslamî rê li ber sepandina mantiqa Arîstotelesî vekiriye; ev ramanên xwe yên destpêkî di beşa yekem a “Meqasid’ul-Felasife” (Armancên Fîlozofan), “El-Qistas’ul-Musteqîm” (Terazûya Rast) û “Mi’yar’ul-Ilmi we Mihekk’un-Nezer”ê (Pîvana Zanînê û Mîhenga Nihêrînê) de diyar kirine. Di asta duyem a lêkolînên xwe de Xezaliyî pirtûkeke metodolojiyê ya bi navê “El-Mustasfa” (Encama Bijartî) nivîsandiye û pêşgotina wê bi tevahî ji ilmê mantiqê re terxan kiriye. Ji ber vê yekê, hema hema hemû lêkolînerên kevn û nû diyar dikin ku Xezaliyî mantiqa fîlozofan li ser zanistên misilmanan sepandiye û yekem zanayê misilman e ku tayê terazûyê bi ser mantiqa yûnanî de takêş kiriye. Her wiha Xezalî di vê berhema xwe de bi aşkerayî diyar dike: “Kesên ku mantiqê nizanin û bi kar nayînin, digihêjin  encamên şaş; lewre zanyariyên wan ne li cihê baweriyê ne.”[31]

                      Divê bê gotin ku mantiqnasê kurd Eliyê Dînewerî (Ebû’l-Hesen Elî b. Mutehher b. Mekî Ed-Dînewerî, mirina wî: 533 k. / 1138 z.) şagirtekî Xezaliyî ye ku Ibn Esakirî jê hedîs ragihandine.[32] 

  1. Mantiqnasên kurd ên navdar

                      Gava kurd dibêjin “mantiqeke vî karî tuneye”, destnîşan dikin ku “rêbazeke eşkere ya wê tevgerê tuneye ku mirov derbarê wê de biryarekê bide”. Wisan e, kurd vê peyva erebî di wateya wê ya zanistî de bi kar tînin; xuya ye ku ev bêje ji aliyê zanyarên erebîzan ên kurd ve hatiye belavkirin û bi destî wan di zimanê kurdî de hatiye bicihkirin. Mixabin heta niha berhemeke serbixwe ya li ser mantiqnasên kurd nehatiye nivîsandin; her wiha jînenîgarî û pirtûkên wan ên li ser zanista mantiqê nehatine nîqaşkirin. Dema ku hezkiriyên felsefeyê yên kurd qala mantiqê dikin jî, rasterast ji mantiqa yûnanî û guhartoya wê ya erebî-îslamî dest pê dikin. Bêguman kurdan jî di dirêjahiya dîroka xwe de mantiq xwendiye, derbarê wê de berhem hilberandine û ramanên beriya xwe bêjing kirine û rexne-pêşniyarên xwe tomar kirine. Gava mirov li dîroka kurdan dinihêre, hê di destpêka derketin û belavbûna îslamê de kurd li meydana zanistên misilmanan bûne, her wiha di serdema berhevkariya zanistên mantiqê de jî kurdan kedeke hêja û bêhevta daye; hema hema di her sedsalê de mantiqanasekî kurd hebûye û vê rewşê heta sedsala 21ê berdewam kiriye.

Di lêkolîneke lezgîn de mantiqnasê navdar ê sedsalên 9-10an Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k. / 893-902 z.) derdikeve pêşiya me ku zimannas, dîroknas, endazyar, stêrnas û pisporê gelek şaxên zanistê ye; navê wî yê dirêj Ebû Henîfeyê Dînewerî kurê Dawid kurê Wenend e, li ber destê zanayên dibistanên Besra û Kûfeyê xwendiye. Di nava mamosteyên wî de zimanzanê navdar Ibn’us-Sikkît jî heye ku kedeke wî ya mezin li ser pêşveçûna zanista mantiqê heye û berhemeke wî ya bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê gihiştiye roja me. Ebû Henîfeyî di sala 235an a koçî de li bajarê xwe Dînewer û Espehanê du dezhegên çavdêriya seqayê damezirandine û li van dezgehan liv û tevgerên feza û hewayê şopandine. Dînewerî hê di destpêka ciwaniya xwe de derketiye ger û geştên cîhannasiyê; li deverên Filistîn, Hicaz û Kendava Aryayê geriyaye û di agehiyên xwe yên berhevkirî de wekî çavkaniyeke pêbawer hatiye dîtin. Lewre Ebû Heyyan Et-Tewhîdî derbarê wî de gotiye ku “gava em li agehî û teoriyên wî dinihêrin, tê fêmkirin ku hema hema di her şaxeke zanistê de zana bûye.” Dîneweriyî jî wekî mamosteyê xwe pirtûkeke bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê nivîsandiye; lê ji berhemên wî yên herî navdar “Ensab’ul-Ekrad” (Nesebên Kurdan) winda ye; dîroka wî ya bi navê “El-Exbar’ut-Tiwal” derketiye ber ronahiyê û çap bûye. Ji bilî van berheman û tefsîra wî ya 13 cildî çend xebatên wî yên naskirî wiha ne: “El-Enwa”, “El-Bah”, “Ma Yelhenu bihi’l-‘Ammeh”, “Eş-Şi’ru we’ş-Şu’era”, “El-Fesahe”, “Fî Hisabih’id-Dewr”, “El-Behsu fî Hisab’il-Hind”, “El-Cebru we’l-Muqabeleh”, “El-Buldan”, “Er-Reddu ‘ela Luxez’il-Isfehanî”, “El-Cem’u we’t-Tefrîq”, “El-Wesaya”, “Newadir’ul-Cebr”, “El-Kusûf”, “El-Qibletu we’z-Zewal”, “El-Iskenderu we’l-Furs”, “Risaletun fî’t-Tibb”, “En-Nebat”.[33]

Di sedsalên 11-12an de gelek zanayên kurdan li ber destê Îmam Xezaliyî xwendiye ku yek ji wan jî Mihemedê Gavanî /468-561 k. / 1075-1166 z.) ye; navê wî yê dirêj Mihemedê kurê Elî kurê Evdilahê Gavanî yê Kurd e û nasnava wî Ebû Seîd El-Hillî El-Iraqî ye. Li ber destê Xezalî, Şaşî û Keyalisiyî xwendiye; zanayekî huqûqê, wêjenas û mantiqnasekî rexnevan e. Dersdarî kiriye û “Meqamat”a Herîriyî li ber destê nivîskarê wê xwendiye. “Ez-Zexîretu li Ehl’il-Besîreh”, “Uyûn’uş-Şi’ir”, “Şerhu Meqamat’il-Herîrî”  çendek ji berhemên wî yên navdar in.[34]

Bêguman zanyarê herî navdar ê vê serdemê Şêx Şehabedînê Sorewerdî (549-563 k. / 1154-1191) ye û navê wî yê dirêj Ebû’l-Feth Yehyayê kurê Hebeş kurê Emîrekê Sorewerdî ye; lê belê ew zêdetir wekî Şêx Şehabedînê Sorewerdî û bi nasnavê Sorewerdiyê Kuştî (Meqtûl) tê naskirin. Sorewerd gundekî kurdan e[35] ku di navbera bajarokên îroyîn ên Zencan û Bîcar Garûsê de ye; Sorewerdiyê ku sala 1154an li vî gundî hatiye dinyayê, li ser şîreta bavê xwe di deh saliyê de diçe Meraxeyê û li ber destê Mecdedînê Gîlî dixwîne ku di heman demê de mamosteyê Fexredînê Razî jî bûye. Piştî ku li vê medreseyê zanistên zimannasiya erebî diqedîne, dest bi zanistên îslamî dike û piştre zanistên ramanî yên mantiq û felsefeyê dixwîne. Gava perwerdehiya xwe ya destpêkî kuta dike, berê xwe dide Espehana ku navenda zanistan a wê heyamê ye;[36] li wê derê jî li ber destê Şêx Zahiredînê Qarî berhema Umer b. Sehlanê Sawî ya bi navê “El-Besair’un-Nesriyyetu fî’l-Mentiq”ê dixwîne, her wiha berhemên Ibn Sînayî li ber çavan re derbas dike. Gava Sorewerdî perwerdehiya xwe ya li vir jî diqedîne, ber bi erdnîgariya kurd û aryayiyan derdikeve ger û geştên zanistî; di vê navberê de li ber destê Şêx Fexredînê Mêrdînî  (512 – 594 k. / 1118 – 1198 z.)[37] lêkolîneke baş li ser pirtûkên Ibn Sînayî dike. Sala 1186an di sî û du saliya xwe de xebata xwe ya mezin a bi navê “Felsefeya Ronahiyê” (“Hikmet’ul-Işraq”) dikemilîne; paşê çend salan li Iraq û Sûriyê digere û zanîna xwe bi pêş dixîne. Sorewerdî di jiyaneke kêmtirî çil salî de rêzeke berheman nivîsandine û wekî damezrînerê dibistaneke nû ya felsefeyê hatiye pejirandin. Li gorî Henry Corbinî, <Sorewerdiyê ku jê re “mamosteyê ronakbîriyê” (şêxê îşraqê) jî tê gotin, vejandina hişmendiya kevnare ya aryayî ji xwe re kiribû armanc>.[38] Li ser mirina wî gelek agehiyên nakokbar hene; lê belê nihêrîna herî gelemperî ew e ku di navbera salên 1191 û 1208an de li Helebê bi bihaneya belavkirina hişmendî û felsefeya batinî hatiye daliqandin û fermana kuştina wî ji aliyê Mîr Zahirê kurê Silhedînê Eyûbî ve hatiye derxistin; lê belê hinek çavkanî diyar dikin ku gava Şêx Şehabedîn bi zanayên Helebê re ketiye nîqaşê û ew têk birine, van zanayên têkçûyî gilînameyek rakiriye bal Siltan Silhedînî û wî jî ferman daye kurê xwe yê Zahirî ku Şêxî bikuje.[39] “Pertewname”, “Awazê Perrê Cebrayîl”, “Eqlê Sorx”, “Rûzî Ba Cemaetê Sûfiyan”, “Luxatê Mûran”, “Sefîrê Sîmurx”, “Bustan’ul-Qulûb”, “Yezdanşinaxt” çendek ji berhemên wî yên navdar in; hêjayî gotinê ye ku di berhemeke wî ya bi navê “Et-Telwîhat’ul-Lewhiyye” de beşeke zanista mantiqê heye û piştre bi navê “Mentiq’ut-Telwîhat”ê hatiye weşandin.[40]

Mantiqnasê kurd Seyfedînê Amedî (551 – 631 k./1156 – 1233 z.) di sedsalên 12-13an de derdikeve pêşberî me ku navê wî yê dirêj Eliyê Amedî kurê Ebû Elî Mihemed kurê Salimê Se’lebî (Texlibî) ye; huqûqnasekî mezheba henbelî yê serdema eyûbiyan e û nasnavê wî Seyfedîn e. Hiqûqnas, metodolog, îlahiyatnas, mantiqnas, bijîjk û hîndekar Eliyê Amedî li Amedê hatiye dinê; di heyama xortaniya xwe de li ser mezheba henbelî şareza bûye. Paşê çûye Bexdayê û derbasî mezheba şafiî bûye; demekê li Şamê dersên zanistên eqlî (felsefe-mantiq) dane. Piştre çûye welatê Misirê û li medreseya El-Qerafet’us-Sifriyye dersdarî kiriye. Dema ku li Mizgefta Zaferî ya Qahireyê bi zanistên felsefî re mijûl bûye, bi zindiqiyê hatiye tawanbarkirin; lewre neçar maye ku bireve bajarê Hemayê. Di vê pêvajoyê de dubeytiya xwe ya navdar gotiye: “Çi gava ku nekarîn bigihêjin kar û xebatên mirovan; bi çavnebarî û dijminane ketin pêşbirkê.” Gava sala 682an a koçî çûye Şamê, ji aliyê mîr Muezem Adilê Eyûbî ve wekî rêvebirê Medreseya Ezîziyeyê hatiye destnîşankirin; lê belê piştî mirina vî mîrî ji kar hatiye dûrxistin û bûye malnişîn. Amedî li Şamê miriye û li qûntara çiyayê Qasiyûnê hatiye veşartin; wî li pey xwe nêzikî 20 pirtûkên zanistî, felsefî, mantiqî û metodolojiyê hiştine. “El-Ihkamu fî Usûl’il-Ehkam”, “Munteha’s-Su’li fî Ilm’il-Usûl” “Ebkar’ul-Efkar fî Ilm’il-Kelam”, “El-Kitab’ul-Mubîni fî Şerhi Me’an’il-Hukemai we’l-Mutekellimîn” ji berhemên wî yên navdar in.[41]

                      Di sedsalên 13-14an de du zanyarên kurd derdikevin pêşberî me; ji wan yek Mihemedê Ûsivê Cizîrî ye û yê din jî Mîr Mueyed Ismayîlê Eyûbî (Ebû’l-Fîda) ye.

                      Mihemedê Ûsivê Cizîriyê (638-711 k./1239-1312 z.) ku navê wî yê dirêj Mihemedê Cizîrî kurê Ûsiv kurê Evdillah kurê Mehmûd e, bi nasnavên Şemsedînê Cizîrî û Ibn Heşaşê Misrî jî tê naskirin. Huqûqnasê mezheba şafiî, zanayê rêziman û zimannasiyê, pisporê metodolojiyê ye. Cizîrî li Cizîra Botan ji dayika xwe bûye û li wir mezin bûye. Bavê wî yê bi nasnavê Ibn Heşaş jî zimannas bûye û dersdarî kiriye; piştre çûye Misrê û li bajarê Qûsê yê herêma Sa’îdê jiyaye, wî her wiha melayê navdar Es-Subkî li ser ilmê kelamê perwerde kiriye. Mihemedê Cizîrî ji Qûsê derbasî Qahireyê bûye û li wir bi cih bûye; di medreseyên bajêr de ders dane û wekî melayê zanistên usûl û şerîetê xebitiye. Wî ji bo misilman, file û cihûyan jî dersdarî kiriye; bi mîr El-Ceşnkir re hevaltî kiriye û li dîwana wî cihekî baş bi dest xistiye. Her çiqasî li Mizgefta El-Qelehê wekî şîretbêj hatibe destnîşankirin jî, paşê ji kar hatiye dûrxistin. Dema ku Mîr Nasir ji bajarê El-Kerekê vegeriyaye, Cizîrî wekî gotarbêjê Mizgefta Ibn Tulûn û mamosteyê Medreseya El-Mu’iziyeyê destnîşan kiriye. Cizîriyê ku di sala 711an a koçî de li wê medreseyê miriye, li pey xwe çendek berhem hiştine ku navên hinekan wiha ne: “Dîwanu Şi’rin we Xuteb”, “Şerhu Minhac’il-Usûli ila ‘Ilm’il-Usûli li’l-Beydawî”, “Şerhu Elfiyeti Ibni Malik”, “Şerh’ut-Tehsîl”. Ibn’us-Subkî Cizîriyî wekî “di zanistên Qur’an û sunnetê de îmam, hiqûqnas, zimanzan, mantiqnas, rewanbêj û bijîjk” dide nasandin.[42]

Mîr Mueyed Ismayîlê Eyûbî (672-732 k./1272-1331 z.) mîrê Hemayê yê ji xanedana Eyûbiyan e; dîroknas, erdnîgar, siyasetmedar û helbestvan e. Navê wî yê dirêj El-Melik El-Mueyyed Isma’îl kurê Elî kurê Mehmûd kurê Emer kurê Şahînşah kurê Eyûb kurê Şadî ye û nasnavê wî Îmadedîn Ebû’l-Fîdayê Eyûbî ye. Ew bi xwe li Şamê ji dayik bûye; lê bavê wî Mîr Efdel sala 672an a koçî ji ber êrişên tataran reviyaye û piştre li Şamê bi cih bûye. Jiyana wî ya perwerdehiyê pir rengîn e; piştî ku Quran û gelek pirtûk ji ber kirine, li ser zimannasî, wêje, dîrok, huqûq, mantiq, felsefe û metodolojiyê bûye pispor. Jiyana wî ya leşkerî pir zû dest pê kiriye û hê di temenekî biçûk de, ango di 12 saliya xwe tev li refên şervanan bûye; li dijî xaçperestan şer kiriye, di fetha Merqebê de navdar bûye. Sala 1298an dikeve bin xizmeta kurê mamê xwe Mîr Nasir Dawid û sala 1310an, ango piştî 12 salên xizmeta fedakarî ya vî mîrî, wekî mîrê Hemayê tê destnîşankirin. Piştî du salan diçe serdana Qahireyê û bi payeya mîrtiyê tê xelatkirin; her wiha di sala 1320î de nasnavê “Mîr Mueyed” wergirtiye. Berhemên ku wî nivîsandine, navê wî di dîrokê de nemir kirine; her wiha di serdema wî de qesra wî ya mîrekiyê bûye ziyaretgeha pisporên ziman, wêje û dîrokê. Ev mîrê eyûbî hem wekî helbestvanekî qenc hatiye naskirin hem jî bi xwe pisporê zimannasiya erebî, usûla fiqhê, dîrok, felsefe, mantiq, huqûq, tefsîr, stêrnasî, pizîşkî û wêjeyê bûye. Li gorî gotina Es-Safediyî, her çiqas wî huqûq, pizîşkî û felsefe baş dizanibû jî, di endazyariyê de gelekî bi pêş ketibû. Ibn Tegrî Burdî jî balê dikêşe ser zanyariyên wî yên kûr, pêwendiyên wî yên ligel wêjenasan û dibêje ku wî helbestvan bi xelatên giranbiha xelat dikirin. Çend pirtûkên wî yên navdar ev in: “Teqwîm’ul-Buldan”, “Muxteseru Tarîx’il-Beşer”, “Tarîx’ud-Dewlet’îl-Xwarezmiyyeh”, “Newadir’ul-Ilm”, “Kennaş”, “El-Mewazîn”, “El-Hawî”, “Et-Tarîq’ur-Reşadi îla Te’rîf’il-Memaliki we’l-Bilad”, “El-Hawî’s-Saxîr”.[43]

Di sedsala 15an de Evdilxeniyê Cizîrî (jidayikbûn: 825 – … k. / 1421 – … z.) yê bi nasnavê Îmadê Kurd derdikeve pêşberî me ku navê wî yê dirêj Evdilxeniyê Cizîrî kurê Mûsa kurê Ehmed Îmad e. Huqûqnasekî mezheba şafiî ye û li Misirê bi cih bûye; bi Şîrwanî re hevaltî kiriye û di zanistên ramanî (felsefe-mantiq) de gihiştiye asteke bilind. Her wiha bi Evdilahê Goran re hevaltî kiriye; ber bi Şeyxûniye û herêmên din derketiye ger û geştên zanistî. Li ber destê El-Bamî pirtûkên bi navên “El-Minhac” û “El-Hawî”yê xwendine. Demekê li cem melayê Medreseya Kamiliyeyê maye; huqûq û zanistên din xwendine. Sala 888an a koçî çûye Mekeyê; li wir zimannasiya erebî, mantiq û zanistên din xwendine. Sala 895an wekî karkerê jinekê çûye hec; di vegerê de karwana wî rastî siltanê wê demê hatiye û siltên şêxtiya Medreseya Se’d’us-Su’edayê daye wî. Dema ku Cizîrî li ser vê peywirê ye, piştî çend rojan pêrgî zanyarê navdar Es-Sexawî tê û di vê hevdîtinê de wiha behsa xwe dike: “Ez sala 825an hatime dinyayê; min li Helebê ji zanayên bi navên Ûsive Kurd û Ebû Zer ders girtiye; Di meha miheremê ya sala 847an de hatime Qahireye û min ji şêxê Medreseya Baybarsiyeyê ders girtiye. Ez çendekê li Medreseya Kamileyeyê mame û beşdarî dersên El-Qeyatî bûme; di vê navberê de min li ber destê Ez-Zeyn Tahir, El-‘Elem El-Bulqînî û zanayên din tefsîra <El-Keşşaf>ê xwendiye. Ji ber ku ez li Qahireyê dijiyam, min El-Wenaî nedîtibû; lewre ez çûme Şamê û li wir pê re bûm hevnas.” Mixabin derbarê berhemên wî de tu zanyariyek bi dest me neket.[44]

Di sedsala 16an de jî sê zanayên kurd berbiçav in; ji wan yek Eliyê Heskîfî, yê din Evdilahê Bizeynî û yê dîtir jî Ûsivê Goran e.

Eliyê Heskîfî (mirin: 925 k. / 1518 z.) hiqûqnasekî mezheba şafiî ye ku li Mûsilê xwendiye û digel bavê xwe li Şamê niştecih bûye; navê wî yê dirêj Eliyê Heskîfî kurê Mihemed kurê Evdirehîm kurê Mihemed kurê Brahîm kurê Brahîm kurê Mesûd kurê Mihemed e. Dema ku bûye akincihê Şamê, ji zanayên bajêr ders girtiye; piştî ku bi peyatî çûye hec, li Heleb binecih bûye. Li Helebê jî li ber destê Fexr Ozmanê Kurd û çend zanayên din xwendiye; piştre dest bi dersdariyê kiriye, li Saziya Şahidtiyê (baro) ya li bintara Keleha Helebê jiyaye û fetwa dane. Di vê maweyê xwendekar perwerde kirine; hatiye dîtin ku Heskîfî di zanistên rêziman û rîşenasiya erebî, mantiq û weznên erûzê de jêhatî ye. Wî ji bo pirsgirêkên dijwar ên huqûqa îslamî çareseriyên baş dîtine; beşdarî xebatên wêjeyî bûye. Di beşeke helbesta xwe de wiha gotiye: “Bûyer diqedin û derbas dibin, mîna kabûsên ku em di xewê de dibînin. / Çi balkêş e ku ev bûyer bê rawestan dibihurin, lê em li şûna xwe rûniştî ne.”[45] Mixabin derbarê berhemên vî zanayî de jî tu agehiyek bi dest me neket.

Evdilahê Bizeynî (mirin: 962 k./1554 z) ji hoza kurdî ya Bizeynê (şêxbizinî) ye; navê wî yê dirêj Ebdullah b. Evdirehman b. Isfahan El-Kurdî ye. Vî zanyarê kurd zimannasiya erebî li ber destê bavê xwe yê nivîskar û huqûqnas xwendiye; rêzimana erebî jî ji Mewlana Hisênê Amêdî yê li Semerqendê niştecihbûyî hîn bûye. Zanista mantiqê li ber destê Mela Nasirê Esterabadî û zanista kelamê jî li ber destê Mela Eliyê Kurd ê Hewzî xwendiye. Ji sala 949an a koçî û pê de bûye şagirtê Ibn’ul-Henbelî û zanista belaxetê (rewanbêjiya zimanê erebî) xwendiye. Ibn’ul-Henbeliyî derbarê wî de gotiye ku “mirovekî hişmend û bawermend bû, tefsîra Mela Evdirehmanê Camî yê kurd bi destxeta xwe nivîsandibû û baş tê gihiştibû”. Evdilahê Bizeynî ji hoza kurd a şêxbizinî ye û sala 962an a koçî li bajarê El-Qesîrê ji ber nexweşiya tayê çûye ber rehma Xwedê.[46] Mixabin derbarê berhemên vî zanayî de jî tu agehiyek bi dest me neket.

                      Ûsivê Goran ê ku mirina wî piştî sala 1000 k. / 1592 z. ye, kurê Mehmûdê kurê Kemaledîn e; zanayekî tefsîr, kelam û mantiqê ye. Çend berhemên wî yên bi navên “Haşiyetun ‘ela Haşiyet’il-Xeyaliyyi ‘ela Şerh’il-‘Eqaid”, “Şerhu Enwar’ut-Tenzîli li’l-Beydawî” û “Risaletun fî’l-Mentiq” tên zanîn.[47]

Wisan xuya dike ku di sedsala 17an de jî qada mantiqnasiyê ya kurdan bêyî nûneran nemaye û zanayekî bi navê Mela Elîyê Goran (mirina wî: 1094 k. / 1683 z.) derdikeve pêşberî me; ev hiqûqnasê mezheba şafiî û zanayê kelam û mantiqê wekî melayê Mizgefta Pêxember Cercîs eleyhiselamî (ya li Musilê) hatiye destnîşankirin û li wir jî miriye. Elîyê Goran wekî lêkolînerekî gewre û xwediyê berhemên hêja tê naskirin; bi berhemên xwe yên wekî “Haşiyetun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeti li’l-Qutb” û “Haşiyetun ‘ela Şerh ‘Eqaid’in-Nesefî li’t-Teftazanî” tê naskirin.[48]

                      Di sedsala 18an de du zanayên kurd berbiçav in; ji wan yek Mihemedê Îspîrî ye û yê din Mihemedê Amedî ye.

Her çiqas Mihemedê Îspîrî (1133 – 1194 k./ 1721 – 1780 z.) xelqê Dîlokê be jî, li Helebê jiyaye û li wir miftîtî kiriye; navê wî yê dirêj Mihemedê Îspîrî kurê Ûsiv kurê Ye’qûb e. Çendek berhemên vî zanayî tên zanîn: “El-Mustexnî” berhemeke neçapkirî (destnivîs) ya li ser usûla fiqhê ye û şiroveya “El-Muxnî”yê ye; dîsan “Bedai’ul-Efkar”a wî ya destnivîskî şîroveyeke “Ewail’ul-Menar”ê ye û “Te’liqat”a wî ji têbiniyên wî yên li ser tefsîrên “El-Keşşaf” û “El-Beydawî”yê pêk tê. Yekane berhema wî ya li ser mantiqê “El-Fewaid’ul-Îsbîriyyeh” şîroveya “Îsagocî”yê  ye û “Me’na Kelimet’it-Tewhîd” jî mijarên ilmê kelamê nîqaş dike.[49]

                      Li gorî agehiyên berdest Mihemedê kurê Evdilahê Amedî di sala 1175 k. / 1761ê z. de zindî bûye; di nava xelqê de bi nasnavê “Qeyas” û li nava xwendekaran jî bi nasnavê xwe yê “Şerîfî”  hatiye naskirin. Mantiqnasekî navdar e û berhema xwe ya bi navê “Seyf’un-Nutqi fî Ilm’il-Mantiq” di sala 1175an a koçî de hate qedandiye.[50]

                      Gava mirov digihêje sedsala 19an gelek navdarên kurd wekî mantiqnasên jîr derdikevin pêşberî mirovî: Şêx Evdiselamê Berzencî (m. 1220 k. / 1805 z.), Se’îdê Amedî (m. 1247 k. / 1831 z.), Mihemedê Nûdehî (1166-1253 k. / 1753-1838 z.), Şêx Meirûfê Nûdehî (1166-1252 k. / 1753-1838 z.), Mela Mihemedê Qeredaxî (1213-1281 k. / 1796-1864 z.) çendek ji wan navdaran in. Dîsan sedsalên 20-21ê jî bêyî mantiqnasên kurd derbas nebûne: Şêx Evdirehmanê Qeredaxî (1253-1335 k. / 1838-1917 z.), Emîn Feyzî Beg (1277-1337 k. / 1860-1928 z.), Şêx Emerê Qeredaxî (1302-1355 k. / 1885-1936 z.), Evdilezîzê Hecî Emîn (1289-1367 k. / 1871-1947 z.), Şêx Mihemed Cezo Axa (1377-1405 k. / 1884-1957 z.), Reşîdê Dêrşewî (1315-1398 k. / 1897-1977 z.), Dr.  Bedirxanê Sindî (1321-1404 k. /1903-1984 z.), Mela Evdilkerîmê Muderis (1323-1415 k. / 1901-2005 z.) çendek ji wan in.

Nîşeyên gotarê:

[28] Jaakko J. Hintikka (2022), “Philosophy of logic”, https://www.britannica.com/topic/philosophy-of-logic; dema gihiştinê: 27.07.2022; 03:02.

[29] Nîqûla Rîşer (2005), Tarîxu ‘Ilm’il-Mentiqi ‘inde’l-‘Ereb, wergera Dr. Mihemed Mehran, Menşûratu Esmar: Parîs, r. 128-134.

[30] Semiha Akinci & Hasan Ali Under (2013), Klasik Mantik, Anadolu Univesitesi Yayinlari: Eskişehir.

[31] Mustafa Çagrici (1996), Gazzalî, TDV İslâm Ansiklopedisi, c. 13. r. 530-534; ji bo guhartoya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/gazzali; dema gihiştinê: 31.07.2022; 05:22.

[32] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok, r. 312.

[33] El-E’lam, 1/123; Mu’cem’ul-Udeba, 1/491-498.

[34] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok, r. 427.

[35] C. E. Butterworth & M. Mehdi (1992), The Political Aspects of Islamic Philosophy, Harvard CMES Publishers, r. 336.

[36] https://www.britannica.com/biography/as-Suhrawardi; dema gihiştinê: 26.08.2022; 02:25.

[37] Ji bo agehiyên berfirehtir, bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/فخر_الدين_المارديني; https://ar.wikipedia.org/wiki/السهروردي_المقتول; dema gihiştinê: 26.08.2022; 02:08.

[38] Henry Corbin (1977), Spiritual Body and Celestial Earth (From Mazdean Iran to Shi’ite Iran), wergera ji fransiyê: Nancy Pearson, Princeton, r. 54; her wiha bnr.: Henry Corbin (1998), The Voyage and the Messenger: Iran and Philosophy, North Atlantic Books: Berkeley, California.

[39] Ehmed b. Yehyayê Umerî (1423 k.), Mesalik’ul-Ebsari fî Memalik’il-Emsar, El-Mecme’us-Seqafî: Ebû Daby, c. 9, r. 163-175; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://islamport.com/l/bld/5040/2641.htm; dema gihiştinê: 26.08.2022; 03:33.

[40] Ilhan Kutluer (2010), Suhreverdi, TDV Islam Ansiklopedisi, c. 38, r. 36-40; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/suhreverdi-maktul; 26.08.2022; 04:53.

[41] Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam, c. 5, r. 144-145; her wiha bnr.: Keşf’uz-Zunûn, 1/18, 858, 913; 3/1113, 1484, 1846, 1857.

[42] El-E’lam, 7/151; Meşahîr’ul-Kurd, 2/166; Mu’cem’ul-Usûliyyîn, 537.

[43] Keşf’uz-Zunûn, 1/468, 627, 1252,1465, 1629; Şezerat’uz-Zeheb, 6/98-99.

[44] Meşahîr’ul-Kurd, 2/27-28.

[45] Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam, c. 8, r. 31.

[46] Şezerat’uz-Zeheb, 10/480; her wiha bnr.: Meşahîr’ul-Kurd,  c. 2, r. 50-51: di vê çavkaniyê de mêjûya mirinê wekî 390 k./1000 z. hatiye tomarkirin.

[47] Xulasat’ul-Eser, 4/58; Hediyyet’ul-‘Arifîn, 2/565; Mu’cem’ul-Muellifîn, 13/334.

[48] Xulaset’ul-Eser, 3/4; Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/762; Mu’cem’ul-Muellifîn, 7/172.

[49] El-E’lam, 7/156; Silk’ud-Durer, 4/120.

[50] Hediyyet’ul-Arifîn, 2/333; Mu’cem’ul-Muelifîn, 10/201.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev