Pirsa we û bersiva me – 235

Pirsa we û bersiva me – 235

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 40

1-

Sibeheke meha Kanûnê û pir sar Elo dema di ber coka avê re dimeşe, lingê wî dişemite û dikevê coka ava sar û cemidî de. Gundî wî ji nav ava cokê rizgar dikin. Di heman demê de xalê wî Nuro tê wir û Elo di rewşeke xirab de dibîne û dibêje gundîyan: Ka herin zebeşekî wî bişkînin da hinavê wî hênik bibe.  

 

2-

Şaredarîya bajêr biryar dabû ku ew kesên gundî yên meyweyan ji bo firotinê bînin bajêr, zabitayên şaredarîyê wê wan meyweyên wan bike wan de. Kurtîlo jî barek incas dibe bajêr, da wan incasa bifroşê û bi wan pereyan ji zarokên xwe re xwarinê bikire. Zabiteyên şaredarîyê wî dirawestînin û li gor biryarê incasê wî yeko yeko têxinê de. Dema zabit karê xwe dikin, Kurtîlo ji kena dike ku bifetise.

Zabite jê dipirsin, kuro lawo ev kenê te çîye? Em incasan dikine te de tu dikenê.  

Kurtîlo: Vaye yekî din li pey min tê barê wî zebeş in.

 

3-

Birho dît ku Hiso ketîye bostanê wî zikê xwe têr kirîye û ber sînga xwe jî tijî tirozî kirî ye. Birho da ser pişta Hiso lê ji ber ku Hiso xwirt bû, Birho negihayê.  

Birho bang kir û got:  

-Waaa Hiso, bi Xwedê ez tiştekî ji te nakim û tirozîyan jî ji te nastînim, ka bisekine.  

Dema Hiso sekinî, Birho hate cem, destê xwe di ser zikê wî û tirozîyên di ber sînga wî de bir û anî û got:  

-Ya Rebî min nîyete van tirozîyan di ber zikata xwe ya salê de bidim Hiso û Hiso bêje min qebûlî xwe kir.  

Hiso got: Min qebûlî xwe kir.  

Birho got: Ma ne qey îsal Xwedê zikata malê min kirîye nesîbê te. 

 

4-

Demsala havînê bû. Gundî li ser bana dirazan. Ramo jî li ser banê mala xwe ya nizm nivîna xwe danî û kir ku razê, lê kir û nekir xewa wî nehat û di dilê wî de hebû ku wê şevê here bikeve berê Menca bî de. Derdora nîvê şevê Ramo di ser bana re xwe hilda û çû jor serê banê mala Mencê û xwe êxiste bin lihêfa Mencê de. Dema Mencê dît ku kesek kete bin lihêfa wê, da qîra û kire hewar. Hawara, hawara, hawara… 

Ramo ji tirsa firîya çû xwe êxiste bin lihêfa xwe û xwe bê pêjin kir. Lê Mencê ew xweş naskiribû. Wextê Mencê ji gundîyan re got ku Ramo hatîye bi dora wê ketiye û destdirêjî lê kirîye, gundî çûne Ramo. Gundîyan ji Ramo pirsîn kuro tu ji xwe û bavê xwe şerm nake ku tu diçe dikeve nav nivîna Mencê de.  

Ramo: Bi Xwedê bê hemdî min bû, ez gindirîm û hew min dît ku ez di nav nivîna Mencê de me.  

Gundîyan: Hey agir bi mala te neketo, ma kê dîtîye ku kesek ji jêr gindirîye jor… 

Ji wê rojê pê de navê Ramo bû; Ramo Gindir. 

 

5-

Elî ji bo temaşekirina maçê hat ber gîşeya stadyûmê. Ji karmendê gîşeyê pirsî:  

-Bilêt bi çiqasî ye?  

-50 lîre 

Elî 25 lîra da destê karmend. 

Karmendê gîşeyê:  

-Me got 50 lîra, bira. 

Eli:  

-Ez ê tenê li tîma me temaşe bikim, ez ê li tîma dijber temaşe nekim. Ji xwe tehamûla min tune ku li dijminê xwe temaşe bikim.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *