Kurdayetî, hestê netewî û berhevkirinek

Kurdayetî, hestê netewî û berhevkirinek

Ji Mahatma Gandhî dipirsin:

-Kengî mirov şerefa xwe jidest dide?

Ew bersiv dide:

-Dema yek ji xêra welatê xwe dixwe û xwe biser welatekê din bibîne!

Suleiman Sulevani

Di salên heftiyan de li bajarê Musilê, ser çemê Dicle, li Hola Al-Rabîi/Behar konserek jibo hunermendê mezin, rehmetî Tehsîn Taha hatibû rêxistin. Tehsîn Taha weke hunermendekê netewî û Kurdistanî dihat dîtin û me gelek jê hezdikir. Em çend heval bi hevre çûn, ji hin sedeman me nikaribû bikevin hundir, lê hevalê me gorbehiştî Selah Berwarî1 ketibû hundur û dîtibû ku Tehsîn Taha bi dişdaşa erebî derketibû ser dîkê. Selah Berwarî neteweperwerekê rast, zana û henekçî bû û wî behsa wê rûdawê dikir bi awakê rexne û îronî. Ew bûyer bi me ne xweş bû, ew di hişê min de maye heya îro.

Rastî ne navê holê û ne dîrok/sala konsertê dihat bîra min, min ji hevalekê xwe Hatim Xanî2 pirsî, wî navê holê dizanî, lê tiştek lê zêde kir goya problem û aloziyek piştî konsertê peyda bûye û hinek kes hatine girtin, lê ne piştrast bû û got ew ji hevalekê Tehsîn Taha bipirse ku nêzikê Tehsîn û bûyerê bû.

Hevalê Tehsîn Taha bersiv dabû ku konser 15-16 augustî/tebax 1971 bû, û wî bi xwe weke kontroler/inzibat di wê holê de kar kiriye, wî got ku Tehsîn roja 15 augustî bi cilên kurdî bûye û roja 16 augustî bi kostium bûye û ku Tehsîn qet ji dişdaşa erebî hez nekiriye.

Li vir du dîtinên ji hev cuda hene: gotinên rehmetî Selah Berwarî û hevalê Tehsîn Tahaku hev nagirin, baweriya min bi Selah Berwarî tê, lê nikarim hevalê Tehsîn Taha jî ne rast derxim. Lê bi hinek lêkolînan rastî wê derkeve holê. Bi dîtina min ew konsert ne 1971 bû, belku pir derengtir bû.

Sedema nivêsîna van rêzan tiştek din e, ew jî hestê netewî ye, kurdbûn û kurdayetî ye. Ger versiyona Selah Berwarî rast wergirin, ne bawer im ew cilê erebî fikra Tehsîn Teha bû, belku zor lê hatiye kirin. Rast ne rast, lê cardin ew bûyera dişdaşa erebî em gelek aciz kirin û me ew weke kêmasiyek û helwêsteke antî kurd dît.

Dibe Kurdayetî û neteweperweriya wî demî cuda bû, wî demî prinsip hebû, şerm hebû, helwêst hebû, fedakarî hebû, zimanê kurdî hebû, kurd û Kurdistan tim di hiş de bû. Mixabin nuha jibo hinekan berovajiya wan xisletan hene û her tişt bûye berjewendî û pere, ne kurdayetî, ne prinsip, ne şerm û ne helwêst heye/maye cem gelekan.

Li Youtubê min straneke nu dît ku kurdê Musilê Ammar Kofî gotiye, wî digel stranbêjekê erebî ji Siudî Erebistanê duet çêkiriye. Heya vir normal e û tiştekê anormal têde nîne, lê tiştê ne normal wî ew stran digel kesekê çêkiriye ku stran jibo xwînmijekê hov weke Saddam Hussein gotiye ku destên wî bi xwîna kurdan teviziye. Mirov bêhest nebe, nezan nebe, berjewendîperest nebe, naçe duetekê çêke digel kesekê jibo Saddam Husseinê terorist gotiye. Min li derekê xwend goya Ammar nizanibû ku stranbêjê ereb jibo Saddam gotiye. Ev jî uzra ji qebhetê mezintir e.

Di wê stranê de Ammar pozan dide bi dişdaşe û egala erebî û xwe serbilind dibîne, helbet kes dij cil û bergên erebî nîne, û her miletek bi çanda xwe serbilind e, lê livbazî û helwêsta serdest û bindestan ne weke hev e.

Kurdistan pir bi van mînakan û ji wê pir xirabtir û dijwartir hene, ev tenê mînakeke biçûk e ji wê bêhelwêstiyê, nezaniyê û xwebiçûkdîtinê. NexweAmmar dengekê genc, pir xweş û bihêz heye û qet ne hewce ye ew durûtîyê bike û gavên şaş bavêje. Gavên rast mirov û milet pêşve dibe û yên şaş jî wan paşve dibe.

Gereke kurd çanda xwe, zimanê xwe, hestê netewî û kurdayetiyê bilind û berz bike û xewna dewleta kurdî nêzik bike, nexwe kurd wê bihelin û nemînin kurd. Kurd tenê bi zimanê kurdî û hestê netewî dikarin bimînin kurd, bibin kurd û serbikevin!

 

Jêrnot

1.Selah Omer Berwarî, siyasetvan, wêjevan, werger û hwd piştî lîse dibe pêşmerge û demeke dirêj nûnerê PUKê li Sûriyê bû.

2.Hatim Xanî, nivêskar, lêkolînvan û mamosteyê zankoyê li Duhokê

Di wêne da: Tehsîn Taha û Ammar Kofî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *