Theodîse û Gottfried Wilhelm von Leibniz

Theodîse û Gottfried Wilhelm von Leibniz

Ali Gurdilî

Li gor bîr û bawerîya Gottfried Wilhelm von Leibniz (1646-1716) koka xirabîya ehlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinniz dibêje ku xirabîyên fizikî û ehlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne.

Xirabîyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên mirovan aza ne û ne girêdayî îradeya mirovan in.

Ev cure xirabî di heman demê de bela û kerasetên xwezayî, rûdanên xwezayî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bê derman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe. Ev cure xirabî wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên xwezayî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin.

Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de wiha gotiye: ”Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî.

Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin.Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.”

Lêbelê Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê ya mezin, trajediyeke mezin e û nabe ku em wê bi teqdîra îlahî şirove bikin. Li milê din xirabiyên wekî jenosîd, îşkence, kûştin û hwd. ku wekî xirabiyên ehlaqî têne dîtin jî, wekî xirabiyên duyemînî têne dîtin û nirxandin.

Çavkanî: Kurdish Philosophy 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *