Jîna Emînî û Îran

Jîna Emînî û Îran

Girevgirtin û xwepêşandanên kurdan li Kurdistana Rojhilat û Îranê belav bû

Şêxmûs Özzengin

Jina Kurd ne li gor fesala cil û bergên îslamîstan e. Hevîrê jina Kurd ji hevîrê mirovatî, azadî û rûmetê ye. Jîna Emînî ji bona van hêjayên xwe pêveberdan neke, bi şêrane canê xwe kir bedel. Ev çend roj e agirê ku Jîna Emînî vêxistîye li gund, bajar û navçeyên Kurdistanê û Îranê geş dibe.

Dîktatorîya îslamîstên Îranê, ev çendîn sal e bi zor û zilma xwe li ser jinê, li ser netewên din û mezheb û olên Îranê têt naskirin. Dîktatorîya îslamîstên şîe, bi qanûnên çêkirî, dixwaze jin û herkes li gor van qanûnan bijîn. Bi dîktatorîya xwe, şexsîyet, azadî û hebûna mirovî xistîye bin bandora xwe û bi perçiqandinê, îşkencê û kuştinê dixwaze Îran dîzayn bike. Ji bona berdewamîya rejîma îslamî, ev kar û kirinên dîktatorîya Îranê her berdewam e.

Bi qetilkirina Jîna Emînî re rêxistinên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civîyan û daxûyanîyek hevbeş derxistin. Di daxûyanîyê de bang li Kurdistanê û hemû Îranîyan kirin ku girevgirtineke gelemperî bihonin û dest bi xwepêşandanan bikin.

Ev çend roj e hejmarek berbiçav a girseyî ji Rojhilatê Kurdistanê bersîva bangewazîyê dan û daketin kolanan. Derîyê dikanan girtin û agirê azadîyê geş kirin. Ev bang li seranserê Îranê belav bû.

Dîktatorîya Îslamîst ya Şîeyên Îranê bi çekan êrîş anî ser xwepêşanderan. Heta niha 8 xwepêşander hatine qetilkirin û bi sedan birîndar hene. Xwepêşander, li hemû kuçên bajaran belav bûne û liber xwe didin.

Welatên wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye her karesatên sîstemên xwe bi van metodan vedişêrin û tehdîda xwe a dîktatorî bi rewşek olî, netewî tekez dikin, ku piştgirîyê ji xwe û kirinên xwe re bibînin. Ev dewletên dîktator, hewl û daxwazên niştecîhan bi gotina „dijminên derve dest dirêjî nav me dikin“ re her kirinên xwe vedişêrin û xwe diparêzin. Ev veşartina kirinên dîktatorî ye.

“Dijminên me li welat alozî derxistin.”

Îran, ji damezirandina 1979 a “Dewleta İslamî” de, navê wê bi terora İslamî û dîktatorîya ser netew, pêkhateyên olî-mezhebî re li dinê deng veda û her ku çû jî, di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe, terorê û fundamêntalîzmê ve hat nasîn.

Destpêkê li ser welatên Roavayê Asyayê, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê destdirêjî Rojhilata Naverast kir. Îro wek dewlet, serkêşê terora Îslamî a Şîe ye. Ji Afganîstanê bigire, heta Qeter û Yemen vê terorê fînanse dike û bibandor dimeşîne. Navê Îranê bi navê terora îslamî û dîktatorîya sîstemî-îslamî re daketîye qada munaqeşê û her ku diçe tehdîda sîstema Îranê li herêma Naverast, li ser netewên nav Îranê (Kurd, Belûcî-Baxtîyarî, Ereb û suneyên Faris) zêde dibe. Di Kurdistanê de, dewleta herî xwedî bi bandorên neyênî-dîktatorî Îran e.

Dewleta Şîe a terorê bi binpêkirina mafê mirovî, mafê jinê, bi qedexekirina tevgerên dij sîstemê û daxwazên netewên di bin bandora sîstema nîjadperest û kevneperest de, bi dardakirinê, bi tehdîda îşkence û kuştinê, terora sîstemê têt meşandin. Her nerazîbûnek li dij sîstemê bi cezayên giran û bi dardakirinê tên cezakirin. Rojê bi dehan kes tên dardakirin. Li henber van tewanbaran qalibê gotina dadgehên Îranê eşkere ye:

“Dijminên me alozî derxistin. Wan kesan pere, çek û sîxurên îstîxbaratê bikar anîn û alozî derxistin.”

Îran, bi geşkirina terora li Rojhilata Naverast û dorpêça aborî a Emerîka, ketîye bin qeyranek aborî û kefareta vê jî gelên Îran dide. Sîstem, heta qirikê ketîye nav gendelîyan. Butçe a ku ji organîzekirina terorê re têt xerckirin, bûye sebebê bêkarî û xîzanîyê. Tehdîda bêkarî û birçîbûnê her ku diçe bilind dibe. Sîstema îslamîst, kêmhateyên olî û mezhebî xistîye bin dîktatorîya xwe û li ser netewên heyî, wek Kurd, Belûcî, Bextîyarî û Ereban ji bona van daxwazên jiyanê yên girsê veşêre û binpê bike, teror û bandora dewletê zêde dike.

Bi dû van pirsgirêkên netewî-demokratî re, bandora mezhebî jî li ser esasên peymana civakî sebebê hilweşandinê ne. Ji ber ku dewlet li ser esasên hevpeymana civakî a desthilatdarîya Farisên mezheba Şîe hatîye damezirandin û mezheba sunne û netewên din ji dervê vê peymanê tên hesibandin. Ji sunneyan re cammîya sunne û li gor qaîdeyên mezheba sunne îbadet qedexe ye. Ev jî bandorek neyênî, mezin li ser civata mezheba Sunne çêdike, ku hejmara wan, ne di bin 20 milîyonan de ye. Ev jî ewe ku, di bin qaîdeyên olî de, ji azadîya ayînî mahrûm, mahkûmî mezheba Şîe bûne û bi şîeyan re li mabetên şîeyan mecbûrî karên ayînî bûne.

Serhildanên Îranê, ku bi gelemperî ev çend roj e bê rawest dimeşin; rûbirûyî şîdeta terora sîstema Îranê bûne. Kuştî û bi sedan birîndar û girtî hene.

Di qada navnetewî de dengek pir zeîf piştgirîyê dide xwepêşanderên Kurdistanê û Îranê. Raya giştî ya Kurd û siyaseta Kurd bêdeng e. Tenê di medya civakî de dengek heye ku bandora wê zeîf e.

Bakur, Başûr û Roavayê Kurdistanê bêdeng e. Ev jî ji malxerabîya bandora xerab tê. Rûhê netewî û niştimanî di astek xerab de ye û rolê xwe nalîze. Ev jî dibe sebebê bêxwedîtîya kurdan. Sîyaseta Kurd, di bin bandora dijminên Kurd û Kurdistanê de ye û bi îcaze kar dike.

Ev wêneyê sembolîk nivîskara malpera me Nura Şane bi taybet bo me amade kirîye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *