Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VIII

Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî – VIII

 Malpera me vê berhema zanyarî ya lêkolînerê ser asta bilind Omitê Mistefê,

ku em wî herwiha bi navê Umid Demirhan jî nas dikin,

bi 8 beşan, 8 rojan bi dû hev, raberî we dike.

Fermo, îro beşa 8an, ango a dawî bixwînin. 

Omitê Mistefê

                      E.Encamname: Berhevkirina “mantiqa neteweyî” û bêjingkirina “mantiqa hinardekirî ya gerdûnî”

                      Bêguman “mantiqa neteweyî” ya gelekî ji aliyê dem û dezgehên zanistî-fermî yên wî gelî ve tên amadekirin û sazûmana wê jî li ser “mîrateya neteweyî” ya wî gelî tê avakirin. Hêjayî gotinê ye ku di dîroka kurdan a nêzik de sê bernameyên perwerdehiya zarok û ciwanan xwerû bi kurdî hatine amadekirin û bernameya pêşîn li Kurdistana Sor hatiye weşandin. Di rastiyê de ev bername wergereke bernameya perwerdehiyê ya Yekîtiya Sovyetê ye ku di çarçoveya zimanên zindî yên sovyetî (korenizatsiya) de ji bo gelên herêmî hatibû amadekirin û ji bo mebestên wê yên îdeolojîk hatibûn weşandin. Di nava van pirtûkên dersê de zanistên ramanî jî bi sernavên “Logîka” û “Fîlosofiya”yê hatibûn pêşkêşkirin; lê mixabin heta nivîsandina vê gotarê nusxeyên van xebatan negihiştin ber destê me, lê ji pirtûkên dersê yên ku wê serdemê bi rûsî amadekirî xuya dike ku ji aliyê naverokê ve cudahiyeke berbiçav di navbera makepirtûka rûsî û wergera kurdî de tuneye. Bernameya perwerdehiya ya duyem jî li başûrê Kurdistanê, ango li Herêma Kurdistana Iraqê di destpêkê de bi soranî hatiye amadekirin û piştre li kurmanciya Behdînanê hatiye wergerandin. Bernameya perwerdehiyê ya sêyem jî reşnivîsa wê li Kampa Penaberan a Rustem Cûdî (Kampa Mexmûrê) hatiye amadekirin û di serdema Şoreşa Rojavaya Kurdistanê de bi awayekî berfirehkirî hatine çapkirin. Bêguman ev her du bernameyên paşîn, bi taybetî jî bernameya (“Minhac”) Rojavaya Kurdistanê (Rêveberiya Xweser) di rewşên awarte û heyamên şer-hêwirzeyan de hatine berhevkirin ku mûcizeyeke “xîretkêşiya kurdan” e. Gava mirov bi çavekî zanistî û nirxandineke “mîrateya çandî” li van bernameyan dinihêre, bernameya Rêveberiya Xweser hewl daye ku mantiqeke neteweyî amade bike û ji mirovahiyê re bibêje “va ye em jî hene”; her wiha bernameya Herêma Kurdistanê jî hewl daye ku tekstên mantiqî yên hinardekirî bêjing bike, mantiqeke gerdûnî amade bike û di govenda zanistan a cîhanê de şûna xwe bigire.

“Felsefe”yê ya pola 10an a Rojavayê Kurdistanê “felsefe”yê bi yûnaniyan dide destpêkirin û ji aliyê estetîkê ve, divê beşa duyem (“Pêşketina hizira mirovî”) di destpêkê de bihata bicihkirin ku ji van binbeşan pêk tê: “giringiya hizirê”, “rêbazên hizirîna mirovî 1-2” “şêweyên hizirînê”. Divê bê pejirandin ku di pirtûkê de carinan agehiyên derbarê hişmendên kurdan û erdnîgariya giştî ya kurdan de jî derbas dibin; beşa duyem hêviyê dide mirovî ku kurd dê bikaribin ber bi mantiqa xwe ya neteweyî biçin. Wekî mînak: ev xebat raman û zimên bi awayekî xurt bi hev ve girêdide, (“Têkiliyeke xurt di navbera hizir û ziman de heye; ji ber ku her peyvek di ziman de gelek wateyan nîşan dide, carinan ziman şaş tê têgihiştin. Mînak: ber=rex, ber=kevir, ber=beşek ji êlê…”), xwendekarî ber bi xweperwerdekirina pêşketî kaş dike (“Kêmbûna agahiyan dibe astengiyek li pêşiya hizirandina mirov. Mînak: Mirovê ku zanîna wî li ser pîşeyekê kêm be, ew kêmanî dibe asteng li pêşiya pêşketina wî mirovî.”), ji bo çaseriya pirsgirêkên rojane xweamadekirinê pêşniyar dike (“Dema ku pirsgirêk ne li gorî asta hiş û zanîna mirov be, nikare çare bike. Mînak: Gava ku mamoste mijareke felsefeyî ji xwendekareke/î refa yekem bixwaze; ji ber ku ne li gorî asta mejiyê wê/î ye, ew xwendekar nikare binivîse.”). [109] Divê bê gotin ku her çiqas çendek mijarên mantiqê di nava pirtûkên dersê yên ji bo polên 10, 11 û 12an de bêyî diyarkirina sernavên vê zanistê hatibin belavkirin jî, beşeke taybet ji bo mantiqê nehatiye veqetandin.

Her çi ku “Destpêka Felsefê” ya pola 11an a Herêma Kurdistana Iraqê ye, hem pêvajoya hizirînê şirove kiriye hem jî beşeke taybet a kurt ji bo mantiqa kevneşopî veqetandiye û giringiya wê ya di zanista felsefeyê de aniye zimên. Di vê beşa bi sernavê Lojîk (El-Mentiq)”ê de mijar wiha pêşkêş kiriye: “Eger babetê felsefa rewiştî başî bît û ciwanî felsefa ciwaniyê bît, babetê lojîkê rastî û duristî ye. Lojîk hatiye nasandin ku “hizirkirina rast” e, yan “zanistê yasaya hizrê” ye, wê hizrê her çi bît. Ev nasandine li gor lojîkê karekî rast e, Ew lojîka ku Aristoyî binçînên wî danayn û heta derkeftina corên lojîka nûy ya berbelav bû. Lojîknasên nûy nabêjin lojîka zanistî hizirkirin nîne ku rast û xeletiyê jêk cuda diket; belê bernamê ezmûnkariyê daye digel da. Ji ber evê li def wan bûye zanistekê sitayişane (medh), li dev yên berahiyê zanistekê pîvaneyî bû, anku ew vekolîn derbarey hizirkirina rast divêt ya çawa bît. Lewra yên berahiyê bi zanistekê pîvaneyî danaye anku eve pîver e yan terazî ye yan jî saxkerê hizrê ye. Hizirnasên berahiyê lojîk bi amraz û derazînka zanistên xo danabû, niho di piraniya tewerên felsefî yên nûy da di kalika felsefê da ye. Lojîka kevn bi wêneyî hatiye navkirin, çunkî babeteke wêney zanistî wergirtiye nek babet bi xo. Belê, yasayên hizirkirinê li gor lojîka kevn sê ne: Êk: Yasa yan bîr û bawerê xoyetî û ramana wê ew e ku “her tiştek her ew e”, di derbirîneka dî ew tişt her ew bi xo ye. “Elif elif e.” Dû: Ji êkê destpêka ya dûyê dihête wergirtin. “Destpêk ne ya beruvajî ye.” Tiştek neşêt ew bît û ew nebît di heman dem da. “Elif ne-elif nîne.”, “Hebûn hebûn nîne.” yan “Zêde zêde nîn e.”           Sê: Destpêka ji navberê: Tiştek yan dê bît yan nabît, “yan elif e yan elif nîne”, yan “zindî neşêt di heman dem da yê zindî bît û yê mirî jî bît”, “di heman dem da diyar dibît yan diyar nebît”. Ev ca ber hindê ku babetê lojîkê kiryarên jîrî ne ji rûyê dirûstî û nedirûstiyê ve. Kiryarên jîrî jî sê ne û pêkhatî ne: ji “şêwekirin”, “pesendkirin” yan “sepandin”, “girove-înan” Lojîk ramana evan sê pişkan dibexşît: 1. Şêwekirin: Zanîna rastiya tiştî bi yê sepandina sepandina boçûnan bi ser wan bi eyan e ku vekolîna peyvan li rûyê çawanî û nasandina wan vedigerît. 2. Pesendkirin yan sepandina hebûna hizirê: Digel dakeftî da û sepandina boçûnê li ser bi rast danana wê yan derew derêxistina wê, coreha kêşe tê da dihêne rêzkirin. Ev ca ji ber hindê ku babetê lojîkî kiryarên jîrî ne ji rûyê dirûstî û nedirûstiyê ve. 3. Girove-înan: Veguhastina jîrî ye ji wan kêşên ku hatîne sepandin bo yên dî ku jı wan hatiye wergirtin; anku encam derînana nehatiye zanîn jê hatiye zanîn ku: yan girove-înana rastexo ye, wek derînana encamê “Hindek efrîqî mexribî ne.” ji hindê ku “Her mexribiyek jî efrîqî ye.”; yan girove-înana nerastexo ye, ev dumahî pîvan e, divêt di navbera wan da hebît wekî bêjin: “Her mirovek namînît û Sokrat mirov e; anku Sokrat namînît.” Armanca lojîkê vedîtina rastiyê nîne, evca ev rastiye bîrkarî bît yan fîzyayî û dîrokî û derûnî û civakî bît. Eve erkê zana û pisporên her zanistekî ji wan zanistan e. Her zanistekî şêwaz û bernamê xo heye, ewa cihê giringiya lojîknasî bît zanîna ewan mercane ku welê kiriye rastiya aşkera bît. Ji vî rûyî ve zanyariya lojîkê sê saloxet û taybetmendî hene: Êk: Lojîk (el-mentiq) corekî zanyariya ji zanîna rastiyê bo merciyên wê bilind dibît. Dû: Lojîk corekê zanyariya rexnegirî ye; hewl didet rastî û nerastiyê bi wan mercan jêk cuda biket û derbêxît kîj wan hwîrtir in bo gehıiştina rastiyê û derbirîna wê. Sê: Lojîk corekî zanyariya pîvanî ye yan biha ye; ne vekolînê li hizirkirinê diket weku hey û ne li dakeftiyan jî vedikolît her wekî hene. Belku li hizira rast û dirûst vedikolît, anku hizir divêt ya çawa bît û çarçovê ewan mercên ku welê diken digel xo û digel dakeftî da guncawtir bît. Di vêre da hindê ku ew li dakeftiyên derûnî û dîrokî û sirûştî vedikolin wek xo ka çawan hene, ne ku wek ku divêt wesa bin yan wesa rûy biden. Belê karê lojîknasî dwîvçûna ewan pêngavên hizirîne ku her êk ji wan bo gehiştina wan bo rastiyê peyrew kirîne.”[110]

Bêguman ev her du nimûneyên dawîn, tevahiya zanyariyên jorîn û agehiyên ku li benda lêkolînê ne nîşan didin ku mîrate û samaneke kurdan a zengîn heye; lê belê hema hema tevahiya wan -li gorî qonaxên dîrokî yên kurdan- ne bi zimanê kurdî ne. “Gelo divê kurd xwedî li wan dernekevin û ji nû ve mantiqa xwe binivîsin yan her berhemeke aydî kurdan parçeyekî raman û zanistên xwe bihesibînin û bi riya lêkolîn, wergerandin û nirxandina wan rûpelên dîroka xwe ya tarî ronî bikin?” Bi me tesbîtkirin û senifandina sermayeya kurdan a çandî jî erkeke neteweyî ye ku divê kesên eleqedar vê mijarê ji biyaniyan re nehêlin; her wiha divê kurd wekî şirîk û hevparên zimanê erebî, farsî, osmanî, tirkî û zimanên din ên ku ramanên xwe bi wan nivîsandine tevbigerin, nebêjin ku ne kurdî ne û wan zêr-zebercedan paşguh nekin. Bi vê hêviya ku ev gotar dêrî li xebatên berfirehtir, têkûztir û kûrtir veke.

Nîşeyên gotarê:

[109] Di çarçoveya vê bernameyê de hemû zimanên zindî yên li ser erdnîgariya Yekîtiya Sovyetê de gihiştin mafên xwe yên zimanî û çandî; her wiha bi zimanên wan perwerdehiya fermî hate meşandin û ji bo vê mebestê mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersê hatin çapkirin û bernameyên radyoyan dest pê kir. Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://ru.wikipedia.org/wiki/Образование_в_СССР; dema gihiştinê: 12.09.2022; 08:02.

[110] Komîteya Felsefeyê ya Saziya Minhacan (2019/2020), Felsefe amadeyî 10, Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, r. 7-68.

[111] Rêveberiya Giştî ya Program û Çapemeniya (2015), Destpêkên Felsefê bo pola yazdê amadeyî-wêjeyî, Wezareta Perwerdê-Herêma Kurdistana Iraqê, r. 47-50.                     

Pêrista çavkaniyan:         

Abdulkuddus Bingol (1994), “Ebherî Esîruddîn”, TDV Islam Ansiklopedisi.

Ahmet Kerim Gultekin (2019), “Kurdish Alevism Creating New Ways of Practicing the Religion”, Working Paper Series of the HCAS “Multiple Secularities – Beyond the West, Beyond Modernities, Leipzing University: Germany.

Ahmet Yaşar Ocak (1993), “Danişmendname”, TDV Ansiklopedisi.

Alexander Kazhdan (edîtor, 1991), The Oxford Dictionary of Byzantium, Oxford University Press.

Alî Gurdilî, “Di civaka êzidiyan de saziya Birayê Axretê”, (gotara înternetî).

Alî Gurdilî, “Sîstema kastê di civaka êzdiyan de”, (gotara înternetî)

Ansîklopediya Îslamê ya TDV

Arnold Hugh Martin Jones (1971), The Cities of the Eastern Roman Provinces, Oxford University Press.

Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu fî Heqebet’il-Xilafet’il-Ebasiyyeti fî’l-Qerneyni 10-11 m., Dar’ul-Farabî & Aras.

Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu min’el-Qern’is-Sabi’i ile’l-Qern’is-’Aşir’il-Mîladî Wifq’el-Mesadir’il-’Erebiyyeh, Dar’ul-Farabî & Aras.

Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, wergera Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn.

Behzad Xweşhalî (1380 k.h.), Qazî Muhemmed o Cumhûrî der Ayineyê Isnad, Çapê Firdewsî: Hemedan,

  1. E. Bosworth, E. van Donzel, W. P. Heinrichs & G. Lecomte (1997), Encyclopaedia of Islam: A dictionary of the geography, ethnography and biography of the Mohammedan peoples, Brill: Leiden
  2. E. Butterworth & M. Mehdi (1992), The Political Aspects of Islamic Philosophy, Harvard CMES Publishers.
  3. Neil MacKenzie, “Bundahišn”, Encyclopaedia Iranica

Donald Frew (1999), “Harran: Last Refuge of Classical Paganism”, The Pomegranate: The International Journal of Pagan Studies, 13 (9).

Dr. Elî El-Werdî (1994), Mentiqu Ibn Xeldûn, Daru Kûfan: London, r. 57.

Ebdusselam Muhammed Ebdûh, “El-Mecûsiyyeh”, El-Mewsû’at’ul-Mefahîm’il-Islamiyyet’il-’Ammeh, El-Meclis’ul-E’la li’ş-Şuûn’il-Islamiyyeh-Misir.

Editoryaya Beşa Çandê, Zûgotinok, malpera Xwebûnê.

Efaf El-Xemrî (2001), Mentiqu Ibni Teymiyyeh, Daru Quba: Qahire

Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-Eşa fî Sinaet’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Ehmed b. Yehyayê Umerî (1423 k.), Mesalik’ul-Ebsari fî Memalik’il-Emsar, El-Mecme’us-Seqafî: Ebû Daby.

Ehmedê Xanî (1986), Nûbihara Biçûkan, Weşanên Roja Nû: Siwêd, r. 7.

Eichner, Heidrun (2008), “Al-Abharī, Athīr al-Dīn”, Encyclopaedia of Islam

El-Hac Xelîfe (2008), Keşf’uz-Zunûn ‘en Esam’il-Kutubi we’l-Funûn, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Elî b. Ebî Bekr El-Heysemî (1986), Mecme’uz-Zewaid, Muesseset’ul-Me’arif: Beyrût

Enes Mihemed Brahîm, Qezay Qeredax, malpera Chawykurd.Com.

Evdillah Merdûx (1997), “The Madrasa in Sunni Kurdistan”, Encyclopaedia Iranica.

Evliya Çelebi (2006), Seyahatname I-X, amadekariya çapê: Robert Dankof-Seyit Ali Kahraman-Yucel Daglı, Yapı Kredi Yayınları: Sitembol.

Ferhenga Dêhxuda.

Ferhenga Merriam-Webster.

Henry Corbin (1977), Spiritual Body and Celestial Earth (From Mazdean Iran to Shi’ite Iran), wergera ji fransiyê: Nancy Pearson, Princeton

Henry Corbin (1998), The Voyage and the Messenger: Iran and Philosophy, North Atlantic Books: Berkeley, California.

Hêriş Kemal Rêkanî (2022), “Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî”, (gotara înternetî)

Huseyin Sarıoglu (2007), “Abharī: Athīr al Dīn al Mufaḍḍal ibn ʿUmar ibn al Mufaḍḍal al‐Samarqandī al Abharī” (gotara înternetî).  

Huseyin Sarıoglu (2016), Îsagûcî (Mantiga Giriş) Ebherî: Inceleme – Tahkik – Çeviri, Turkiye Bilimler Akademisi: Ankara.

Ibn Teymiyye (1951), Neqd’ul-Mentiq, Metbe’et’us-Sunnet’il-Muhemmediyyeh: Qahire, r. 16-17.

Ibn Teymiyyeh (1976), Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn, Daru Tercuman’us-Sunneh: Pakistan.

Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam.

Isma’îl Başa El-Babanî (1967), Hediyyet’ul-‘Arifîn, Mektebet’ul-Islamiyyeh & El-Ce’ferî Et-Tebrîzî: Tehran

Jaakko J. Hintikka (2022), “Philosophy of logic”, (gotara înternetî)

Jacob L. Mey (1993), Pragmatics: An Introduction, Blackwell: Oxford.

Jaklîna Sûrênovna Mûsaeliyan (2004), “Mela Maxmûd Bayazîdî î yego perviy perevod «Şaraf-nama» Şarafxana Bidlîsî na kurdskiy yazik”, Pîsmenniye Pamyatnîkî Vostoka, St. Petersbûrg.

Jean Kellens, “AVESTA i. Survey of the history and contents of the book” Encyclopaedia Iranica, III/1.

John H. Rosser  (2012), Historical dictionary of Byzantium,  Scarecrow Press: Maryland.

Komîteya Felsefeyê ya Saziya Minhacan (2019/2020), Felsefe amadeyî 10, Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê.

  1. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag.
  2. Saadettin Aygen (1985), Büyük Filozof Esirüddin Ebherî, Afyon, r. 6-7.

Malpera Academia.Edu.

Malpera Archive.Org

Malpera Bernamegeh.Org

Malpera Britannica.

Malpera Dehkhoda.Ut.Ac.Ir.

Malpera Institutkurde.Org.

Malpera IranicaOnline.Org.

Malpera Iranpress.Com

Malpera IslamAnsiklopedisi.Org.

Malpera IslamPort.Com

Malpera Merriam-Webster.Com

Malpera Philpapers.Org.

Malpera Scribd.Com

Malpera Springer.Com

Malpera Tuba.Gov.Tr.

Malpera Wikifeqh.Ir

Malpera Wikipedia.

Martin van Bruinessen (1998), “Medrese education in northern Kurdistan” by Zeynelabidîn Zinar, translated and annotated by Martin van Bruinessen, Les Annales de l’Autre Islam 5.

Mehmet Akbaş, “Evliya Çelebi’nin Gözüyle Kürtler ve Kürdistan”, (gotara înternetî)

Mehmet Fatih Bariş (2012), “Wesiyeta Qazî Mihemed”, (gotara înternetî).

Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabiddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire.

Mele Mûsa Celalî (1434 k. h.), Mecmû’at’ul-Ulûm, bi sererastkirin û lêkolîna Mele Evdiselamê Bêcirmanî, Ihvan Neşriyat: Sitembol.

Mesrob K. Krikorian (1977), Armenians in the Service of the Ottoman Empire, 1860-1908, Routledge and Kegan Paul.

Mewlûd Es-Serîrî Es-Sûsî (2002), Mu’cem’ul-Usûliyyîn, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Mikhail A. Vedeshkin (2018), “Bribe and Punishment: To the Question of Persistence of Pagan Cults in Late Antiquity”. Schole. 12 (1).

Muhammedreza Feşahî (2008), Aristoyê Bexdad: ez eqlê yûnanî be wehyê quranî, Intişaratê Karvan: Tehran.

Muhemmed b. Cerîr Et-Taberî (2000), Cami’ul-Beyani fî Tefsîri Ay’il-Quran, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût.

Muhemmed Emîn b. Fedlullah El-Muhibbî El-Henefî (2006), Xulaset’ul-Eser fî E’yan’il-Qern’il-Hadî Eşer, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Muhemmed Emîn Zekî Bek (1947), Meşahîr’ul-Kurdi we Kurdistane fî’l-Ehd’il-Islamî, Metbe’et’ut-Tefwîd’il-Ehliyyeh: Bexdad.

Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt).

Muhemmed Husnî Ez-Zeyn (2008), Ibn Teymiyyetu we Menhecuh’ul-Fikrî, El-Mekteb’ul-Islamî: Beyrût

Muhemmed Mihryar (1379 k.h.), “Suhr, Suhran, Suhr û Fîrozan, Suhrewerd”, Vîjenameyê Isfahan.

Muhemmed Xelîl b. Elî El-Muradî (1301 k.), Silk’ud-Durer fî E’yan’il-Qern’il-Sanî Eşer, El-Metbe’et’ul-Mîriyyet’ul-Amireh: Qahire..

Mustafa Çagrici (1996), Gazzalî, TDV İslâm Ansiklopedisi.

Nebez Semed (2016), “Kurdish language and sexism”, (gotara înternetî).

Nicetas Choniates (1673), Historia (Histoire de Constantinople V), wergêr: M. Cousin, Paris.

Nîqûla Rîşer (2005), Tarîxu ‘Ilm’il-Mentiqi ‘inde’l-‘Ereb, wergera Dr. Mihemed Mehran, Menşûratu Esmar: Parîs.

Philip G. Kreyenbroek & Khanna Omarkhali (2016), “Yezidism and Yezidi Studies in the early 21st century”, Kurdish Studies. 

Philippe Gignoux, Denkard, Encyclopaedia Iranica.

Prods Oktor Skjærvø (2006), “An Introduction to Manicheism” (pirtûka înternetî)

Rêveberiya Giştî ya Program û Çapemeniya (2015), Destpêkên Felsefê bo pola yazdê amadeyî-wêjeyî, Wezareta Perwerdê-Herêma Kurdistana Iraqê.

Sabah Mofidi (2020), “Kurdistan on the path of a historical evolution (from the Xenophon’s report)”, (gotara înternetî).

Şakir Epozdemir (2017), Medreseyên Kurdistanê, Weşanxaneya Nûbiharê: Sitembol.

Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok.

Scott Douglas Jacobsen (2018), Kurdish culture like any other cultures in the world is patriarchal”, (gotara înternetî).

Seîdê Kurd (1908), “Ey gelî kurdan”, hejmara yekem a Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi: Sitembol.

Semiha Akinci & Hasan Ali Under (2013), Klasik Mantik, Anadolu Univesitesi Yayinlari: Eskişehir.

Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname: Dîroka Kurdistanê, wergêrê kurmancî: Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn.

Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London.

Shahab Vali (2016), “Nasandina giştî ya edebiyata dînî ya kurdên yarsanî”, Nûbihar Akademî.

Speros Vryonis (1971), The Decline of Medieval Hellenism in Asia Minor and the Process of Islamization from the Eleventh through the Fifteenth Century, University of California Press.

Suleyman b. Ehmed Et-Taberanî (2003), El-Mu’cem’us-Sexîr, Dar’ul-Kutub: Beyrût.

Suleyman b. Ehmed Et-Taberanî (200t), El-Mu’cem’ul-Kebîr, DKI: Beyrût.

  1. Tahirî, Mêjû û Felsefeyî Yarsan, wergera Bêhzad Xweşhalî, (pirtûka înternetî).

Umer Rida Kehaleh (1983), Mu’cem’ul-Muellifîn, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût.

Umîd Demîrhan (2021), “Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî”, kovara Bernagehê

Umîd Necmedîn Cemîl El-Muftî, Et-Tibyanu fî Beyan’in-Nasixi we’l-Mensûxi min’el-Quran.

Werner Sundermann (2009), “Mani” Encyclopædia Iranica.

Xeruddîn El-Ziriklî (1954), El-E’lam, Dar’ul-Ilmi li’l-Melayîn: Beyrût.

Yaqût El-Hemawî (1983), Mu’cem’ul-Udeba, Dar’ul-Xerb’il-Islamî: Beyrût.

Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm,

Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *